‘Ji ber ku kujer nayên cezakirin bûyerên kuştinê didomin’
Di nava pergala feraseta mêr û kevneperest de, kuştina jinan her diçe zêde dibe. Çalakvan Bahar Mûnzir got ku yek ji sedemên sereke yên berdewamkirina bûyerên kuştina jinan ew e ku kujerên jinan nayên cezakirin.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Piraniya bûyerên kuştinê li Başûrê Kurdistanê bi çekên bê destûr tên kirin. Di destpêka sala 2022’an de, Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşnûme yasayeke nû ya çekan bi armanca qedexekirina çekên ne yasayî û her wiha cihên kirîn û firotina çekan li bajar û bajarokan pêşkêşî parlamentoyê kir. Ev pêşnûmeya yasa di 1’ê Adarê de ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve hatibû erêkirin. Lê belê tevî yasayê, her diçe bûyerên kuştinê zêdetir dibin. Diyardeya kuştina jinan bi feraseta mêr bi hincetên cuda di nava civakê de berdewam dike. Hikûmet, dadgeh, rêxistin û saziyên têkildar ji ber bêxemî û kêmasiya xwe, nikarin pêşî li vê yekê bigrin û sînorek deynin. Têkildarî mijarê çalakvan Bahar Mûnzir ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Sasayên me der barê jin û mêran de wekhev nîn in’
Bihar Mûnzir wiha got: “Sedema sereke ya kuştina jinan, jinbûn bi xwe ye. Ji ber ku jin di civaka me de xwedî cihekî qels in û kêm tên dîtin. Ol û kevneşopiyên civakî di lawazkirina hêza birêvebirinê û pozîsyona jinan de rol dilîzin. Ji bo vê yekê gelek kar hatiye kirin. Gelek kesên dilsoz ji bo wê xebat kirine. Divê desthilatdar roleke girîng ku jin xwedî cihekî xurt bin bilîzin. Di navbera mêr û jinan de, yasayên me wekhev nîn in. Sedemek din jî ew e ku kujerên jinan nayên cezakirin.”
‘Kujer bê ceza dimînin’
Bihar Mûnzîr anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li bûyerên kuştinê xebatan didin meşandin û wiha got: “Kujerên jinan nayên girtin. Ger li welatekî yasayek hebe, bikaribe bi awayeke adil li dozan binêre wê demê ji bo kujerên jinan dê li girtîgehan cih nemîne. Hejmarek kêm a kujeran tên mehkûmkirin. Hinek ji wan bi 15 heta 20 salan hatine mehkûmkirin. Lê belê piştî 7 salên di girtîgehê de, efûyeke giştî ji wan re derdikeve. Piştî sala 1991’ê, kuştina jinan di nava civakê de bûye kevneşopî. Bidestxistina çekan li malan hêsan bûye. Di gelek dozên kuştinê yên li dadgehan de, em di navbera bûyerên kuştina jinan û kuştina mêr de cudahiyeke mezin dibînin.”
‘Xweşewitandin zêde bûye û malbat li ser dozan îsrar nakin’
Bihar Mûnzir bal kişand ku xweşewitandina jinan bûye kevneşopiyek, da zanîn ku ew ê li hember vê bisekinin û wiha got: “Daneyên xweşewitandina jinan zêde dibin. Heta niha daneyek fermî ji bo medya û rêxistinan nîn e lê em hewl didin daneyan berhev bikin da ku bikaribin li gorî wê tevbigerin. Rêxistinên der barê mijarên jinan de dixebitin, nayên dîtin. Hinek rojnamevan pê re eleqedar dibin. Li vir goristanek bênav heye. Me îsbat kiriye ku jin bê sedem tên kuştin. Divê gorên me yên bê nav nemînin. Divê tu jin ji aliyê şaredariyê ve bênav, bi hejmar neyê veşartin. Yek ji sedemên sereke, îsrarnekirina malbatê ya ji bo dozê ye.”
‘Malbat ser bûyeran digrin’
Bihar Mûnzir da zanîn ku hinek bûyerên kuştin û xweşewitandina jinan bi lihevkirina malbatê pêk tên û tên veşartin û ev tişt got: “Carna bûyerên kuştinê weke xwekuştin tên nîşandan. Dema em diçin dadgehê, pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku em nikarin li ser dozan bi îsrar bin. Malbat dixwazin doza kuştinê zû bê nixumandin. Ji merasîmên cenazeyan bigre heta goran û jibîrkirina wan di nava malbatan de, behsa wê nayê kirin. Ev yek ji faktorên herî mezin e ku bandorê li dozên kuştinê dike. Malbat zû dikevin rewşa şermê, ji ber keçên wan hatine kuştin an jî xwe şewitandine. Carna doz di nava çend rojan de tên girtin û li gorî rapora bijîşk, bûyer weke xwekuştinê tê tomarkirin.”
‘Dixwazin jinên azad di nava civakê de tune bin’
Bihar Mûnzir destnîşan kir ku ji bo parastinê berpirsyariyeke mezin dikeve ser saziyan lê girîngiya pêwîst nayê dayîn ji bo vê pirsgirêkê, ji bo keç an jineke ku dixwaze ji tundiyê bireve, xizmetek wiha berfireh nîn e ku bikaribe bigihîje cihekî bi ewle û wiha got: “Medya roleke baş nelîstiye. Piraniya wan bi feraseta mêr dixebitin û jinan kêm dibînin. Bi gelek daxuyaniyên ku tên dayîn û bernameyên ku tên weşandin, jinan biçûk dixin. Pirsgirêkeke din jî pirzewacî ye. Bi berdewamî em li ser pirzewaciyê dixebitin. Ger medyaya me li ser mijara wekheviya zayendan bixebite, ev yek dê di civakê de cudahiyekê çêbike. Em her roj di medyayê de der barê pirzewacî û biçûkxistina jinan de tiştan dibihîzin. Hinek çalakvan bi berdewamî li dijî mafên jinan dixebitin. Ew naxwazin di civakê de jinên azad hebin. Dixwazin jinên li gorî wan hebin. Hewl didin li Herêma Kurdistanê jinên ku di çarçoveya yasayên wan û kevneşopiyên wan de tevdigerin hebin. Li dijî van rewşan tişta ku divê jin bikin çi ye? Bêguman têkoşîn e. Divê jin azad bin bi xwe biryara jiyana xwe bidin, tiştê ku diqewime, hewldaneke ji bo paşvekişandina civakê ye.”
‘Jin bi hêsanî tên kuştin’
Bihar Mûnzir amaje bi wê yekê kir divê di civakê de guhertin çêbibe, bal kişand ku ev yek bi riya tevgera jinan dikare bê xurtkirin û wiha berdewam kir: “Rast e xebat tên kirin lê divê civak jî piştgiriyê bide. Kuştin, xweşewitandin û kuştina jinan divê ji aliyê gel ve neyê qebulkirin. Pêdiviya me bi guhertinê heye, mercên ku jin xurt bin û pirsgirêkên xwe çareser bikin divê werin avakirin. Divê civakek ewle ji bo jinan hebe û kes qebûl neke jinek li taxê, di nava malbata xwe de yan jî li cihê kar bê kuştin. Malbat, hikûmet û saziyên cuda, dema ku keçeke 16 salî ji ber têkiliyek tê kuştin, xwedî berpirsyariyeke mezin in.”
‘Hinek peyv tên guhertin ji rojên destpêkê ve silh tê kirin’
Bihar Manzûr diyar kir ku wan kampanyeke ne tenê li Silêmaniyê li seranserê welat ragihandiye û wiha got: “Em dixwazin li hemû bajar û bajarokan bidome. Me ne ji bo demeke kurt, ji bo salekê xistiye çarçoveya çalakiyên 16 rojên têkoşîna li dijî tundiyê. Em dixwazin berdewam bike û bandorê çêbike. Kampanya li Kerkûkê nûnertiya wê tê kirin, li gel çalakvanên li Duhok, Helebce, Hewlêr, Silêmanî û bajarokên derdora Silêmaniyê didome. Ev ji bo me girîng e û divê kampanyayeke mezin be, da ku em bikaribin li bajaran bi riya medyaya dîjîtal bixebitin. Ji bo em mijarên kuştinê derxin pêş, bûyerên xwekuştin û xweşewitandinê ragihînin medyaya dîjîtal derfetek e. Em ne li bendê ne daneyan ji hikûmetê bigrin.”
‘56 jin hatin kuştin’
Bihar Mûnzir gotinên xwe wiha domand: “Me di nava tora 8’ê Adarê de komek da destpêkirin. Her kesê ku bikaribe bûyerên kuştinê tomar bike, dikare bibe mînakek serkeftî. Em êdî li bendê nemînin ku hikûmet daneyan bide me. Li gorî daneyên hikûmetê, di sala 2024’an de 40 jin hatine kuştin. Lê ger em bidin ber hev, tiştên li ser torên dijîtal tên weşandin pir zêde ne. Di sala 2025’an de, 56 bûyerên kuştinê çêbûn. Li gorî daneyên Tora 8’ê Adarê, li Herêma Kurdistanê di sala 2024’an de, 136 jin hatine kuştin an jî xwe kuştine. Ji bilî wê hinek ji wan bûyerên şewitandinê weke xweşewitandin hatine tomarkirin.”
‘Em dozan dişopînin’
Bihar Mûnzir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di hinek bûyeran de, şewitandina bi qestî di şêweyê xweşewitandinê de ye ku malbat û hevjînan teşwîq dike. Me li ber nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê çalakî li dar xist. Me çend caran li nexweşxaneyan dît ku mêr jinên xwe dişewitînin lewma me li wir çalakî li dar xist. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku kujerên jinan li Herêma Kurdistanê nayên cezakirin. Em her dem diçin dadgehan, dozan dişopînin. Gelek caran gefên kuştinê li me hatine xwarin.”