Di semînera li Bexdayê de bandorên yasayî û civakî hatin nîqaşkirin

Di semînera ku ji aliyê "Foruma Dayîk û Zarok" û Yekîtiya Jinên Iraqê ve hate lidarxistin de, bandorên Yasaya Sivîl a Caferî ya li ser mafên welayet, nefeqe û mafê hevdîtina zarok û bandorên wê ya li ser malbatên Iraqî hatin nîqaşkirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Beşdarên semînera ku ji aliyê "Foruma Dayîk û Zarokan" ve li Bexdayê hate lidarxistin, diyar kirin ku bendên di Yasaya Sivîl a Caferî de cih digrin, têkildarî mafên jin û zarokan û bi taybetî jî derbarê mijarên welayet, nefeqe û zewacê de dibin sedema fikaran. Beşdaran, hişyarî dan ku pêkanîna van bendan dikare jin û zarokan bêtir bêparastin bike û nakokiyên navmalî veguherîne nakokiyên yasayî ku encamên wan dikarin bi taybetî bandorê li pêşeroja zarokan bikin.

Nêzî piştî salek, Yasaya Sivîl a Caferî ya Hejmara 10’an ya 2025’an li şûna nîqaşên teorîk, dest bi nirxandina encamên pratîkî yên di dadgehan û jiyana malbatê de derdikevin kir. Yasa, rasterast qadên bingehîn ên jiyana malbatê yên wekî zewac, mehrê, nefeqa, hevberdan, welayet, mafên hevjînê, avahî, kelûpelên malê, welayeta zewacê û mîrat sererast dike.

Foruma Dayîk û Zarokan bi hevkariya Şaxê Yekîtiya Jinên Iraqê ya Bexdayê re bi armanca şirovekirina hûrgilî, bendên û bandora yasayê ya li ser jinên Iraqî, semînerek hişyariyê ya bi navê "Salek piştî Guhertina Yasaya Hejmara 188’an a li ser Rewşa Kesane û Mafên Jinan: Nirxandina Bandorên Yasayî û Civakî yên Yasaya Sivîl a Caferî" li dar xist. Semîner, duh li bajarê Sedir ê Bexdayê ji aliyê parêzer Hind Kerîm ve hate lidarxistin.

‘Ji bo sererastkirina malbata Iraqî prensîbên hevpar ava kiriye’

Parêzer Hind Kerîm, di semînerê de cûdahiyên di navbera Yasaya Rewşa Kesane ya Hejmara 188’an a sala 1959’an û Yasaya Sivîl a Caferî ya li gorî mezheba Caferî ya Şîî têkildarî mijarê statuya kesanê yasayên Şerîetê sererast dike de, rave kir. Hind Kerîm diyar kir ku Yasaya Rewşa Kesane ya Hejmara 188’an a sala 1959’an ji bo sererastkirina malbata Iraqî prensîbên hevpar ava kiriye û piştre rastî guhertinên cûda hatiye. Hind Kerîm, wiha got: “Berovajî vê yekê Yasaya Hejmara 1’an a 2025’an destûr da ku biryarên Şerîetê yên mezheba Caferî bên sepandin û Rêziknameya Hejmara 10’an di mijarên ku bi vê hilbijartinê ve girêdayî ne de bû metna sereke.”

Nefeqa, mehr û welayet: Cûdahiyên ku bandorê li jiyana rojane dikin

Hind Kerîm, di berdewama axaftina xwe de mijara mehrê, şert û mercên pêwîst ên ji bo derketina mafê mehrê, bendên têkildar, daxwaza mehrê, cûdahiyên di navbera mehrê ya pêşwext û paşxistî de û mijara hevberana niheq nirxand û wiha pê de çû: “Mijara welayeta zarokan û berjewendiyên çêtirîn ên zarok gelek girîng e. Nakokiyên di navbera dayîk û bavan de gelek caran dikarin welayetê veguherînin ‘şer’. Divê bê zanîn ku zarok ne xenîmeta şer e û divê wekî amûrek ji bo tolhildanê ya di navbera aliyan de neyê bikaranîn.

Banga fêmkirina yasayan û pergala yasayî ya zewacan

Hind Kerîm, bang li jinan kir ku der barê yasa û pergala yasayî ya zewacên xwe birêve de xwedî agahiyan bin. Hind Kerîm, diyar kir ku peymanên zewacê dikarin bibin encamên demdirêj û tekez kir ku divê jin bêyî xwendin û fêmkirina şertên wan belgeyan îmze nekin: Hind Kerîm wiha domand: “Hişmendiya jinan ji maf û erkên bingehîn ên der barê qanûna malbatê de, him ji bo parastina wan û him jî malbatên wan gelek girîng e.”

Nefeqe û welayet: Di navbera metna yasayî û jiyana rast de ye

Dayîka bi navê Hena Hasan Kazîm, anî ziman ku wê ji ber sepandina qanûnê zirar dîtiye û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Ez dayîka 2 kur û keçek im û ji ber hevberdanê pirsgirêka nefeqayê dijîm. Piştî hevberdanê, neçar mam ku bi kirê li cem malbata xwe bimînim. Hevjinê min ê berê nexwest zarokan bigre gel xwe. Tenê xwest keça min a hêj nebûye 14 salî bigre gel xwe. Hevjinê min ê berê du caran bi rêya navendên polîsan pere şand. Ji min re agahî hate şandin ku divê keça min here cem bavê xwe. Lê keça min giriya. Ji ber ku dema bavê wê çû, keça min 6 mehî bû.

‘Tiştên hatin jiyîn bi awayekî cidî bandor li derûniya keça min kir’

Hena Hasan Kazîm da zanîn birayê wê li dadgehê soz daye ku her hefte keça wê radestî bavê wê bike û got: “Keça min du caran bi bavê xwe re çû û carekî ji gel bavê xwe reviya û hat gel min. Keça min xwe li mala bavê xwe rihet hîs nedikir. Tiştên hatin jiyîn bi awayekî cidî bandor li derûniya keça min kir. Welayet, mafên serdanê û nefeqe di nava pirsgirêkên sereke yên ku malbat piştî hevberdanê pê re rûbirû dimînin de ne.”

Li aliyê din, gelek dayîk ji parvekirina ezmûnên xwe bi eşkere dûr ketin, ji ber ku ditirsin ku hevjinên wan ên berê van gotinan di dadgehê de ji bo berjewendiya xwe bikar bînin. Ev yek hesasiyeta dozên malbatê nîşan dide.

Divê bê zanîn ku Yasaya Sivîl a Caferî, di 6’ê Cotmeha 2025’an de di hejmara 4843’an di Rojnameya Fermî ya Iraqê de hate weşandin û ji Yasaya Hejmara 1 a 2025’an ku Yasaya Hejmara 188’an a 1959’an diguherine, girîngî qezenc kir. Rêzikname, bi taybetî derbarê bandora wê ya li ser mafên jin û zarokan de, di raya giştî ya Iraqê de bû sedema rexneyên mezin.