‘Di 8 mehan de 48 jin hatin kuştin yasa jinan naparêze’

Rêvebera Rêxistina Dabîn a Geşepêdana Demokrasî û Mafên Mirovan Dilsoz Zengene got ku ji ber yasa nayên bicihanîn, nebûna cezayên giran ji bo kiryaran û di dozan de destwerdana hinek aliyan, bûeyrên kuştina jinan zêde dibin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Her çendî parastina jinan û misogerkirina mafê wan ê jiyan û ewlehiyê yek ji pîvanên pêşveçûna civakê be jî; i Başûrê Kurdistanê diyardeya kuştina jinan berdewam dike û dibe sedema fikarên cidî. Kuştin di gelek rewşan de ji ber nêrînek civakî ya xelet çêdibe, lawaziya cîbicîkirina yasayan û nebûna cezayên guncaw ji bo kiryaran, dibe sedema kuştina jinan. Li Başûrê Kurdistanê di 8 mehên destpêka îsal de 48 jin hatine kuştin. Ev dane careke din balê dikşînin ser pêwîstiya xurtkirina parastina jinan a yasayî û cezakirina kiryaran.

‘Kuştina jinan dê ne bi parastina kiryaran bi hişyariya civakê kêm bibe’

Rêvebera Rêxistina Dabîn a Geşepêdana Demokrasî û Mafên Mirovan Dilsoz Zengene diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê jin ji ber îsbatkirina jinbûna xwe tên kuştin û wiha got: “Di heşt mehên îsal de 48 jin hatine kuştin. Ev yek nîşan dide ku kuştina jinan li herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Jin ji ber îsbatkirina jinbûna xwe tên kuştin. Tevî jinên di nava rêxistinan de hewldana ji bo kêmkirina kuştina jinan û jiholêrakirina kuştinê didin lê li herêma Kurdistanê, bûyerên kuştinê roj bi roj zêdetir dibin. Çareseriyek bingehîn jî tune ye. Mafê bingehîn ê jiyanê ji jinan re nayê dayîn lewma saziyên mafên jinan li gorî yasayên têkildarî jinan tevnagerin. Yasa tenê li ser kaxez dimînin û di bûyerên kuştina jinan de, ji bo cezakirina kiryaran sîstemek xurt tune ye.”

‘Nebûna cezayên giran bûyerên kuştina jinan zêde kiriye’

Dilsoz Zengene da zanîn ku dadgeh hêsankariyê ji bo kujerên jinan dikin û bi riya nebûna cezayên giran ji bo kujeran û lihevhatina eşîran kuştina jinan zêde bûye û wiha got: “Divê yasayên li dijî kuştina jinan bên tundkirin. Her wiha li başûrê Iraqê yasaya Cehferî jî heye ku zarok di temenê biçûk de tên zewicandin, yasa bûye sedema koçberiya jinan. Dayîk ji bo parastina zarokên xwe, bi wan re koçî derveyî welat dikin. Piştî zarok tên vegerandin, ji aliyê bavê xwe ve nayên parastin. Gelek kes neçar dimînin bi bavê xwe re bijîn. Ev diyarde dibe ku bigihîje Herêma Kurdistanê jî.”

‘Divê kujer werin cezakirin’

Dilsoz Zengene destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê yasayek der barê tundiya li dijî jinan û bikaranîna şaş a torên dîjîtal de heye û wiha domand: “Divê di dozên tundiya li dijî jinan de di dadgehan de bi awayekî tundtir biryar werin girtin û alîkariya dozên jinan bikin. Li dadgehan kiryarên kuştin û tundiya li dijî jinan divê neyên şîrovekirin. Di dozên kuştinê de, kiryar gelek caran di bin siya rayedarek de tên veşartin. Divê ev doz di dadgehan de bên cezakirin. Rayedarên pêwendîdar û hinek karmend sûcdaran diparêzin. Her gava ku kujerê jinek tê cezakirin, tundî û kuştin kêm dibe.”

‘Bi riya diyalogê divê pêşî li kuştina jinan were girtin’

Dilsoz Zenegene di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hevgirtina me ya 188’an heye, em di nava ‘Tora 8’ê Adarê’ de hewl didin pêşî li bûyerên kuştina jinan bigrin. Her wiha bi riya kampanyaya bi navê ‘Kampanyaya li dijî Xwekujî û Xweşewitandina Jinan’ em hewl didin bûyerên kuştinê şermezar bikin û jinan li dijî tundiyê hişyar bikin. Zarok pir caran dibin hedefa kuştinê. Em hêvî dikin ku hemû welatî beşdarî kampanyaya me bibin, da ku bi riya diyalogê hewl bidin pêşî li kuştina jinan bigrin.”