Tora Jinên Iraqê Konferansa xwe ya Neteweyî lidarxist

Tora Jinên Iraqê, li Bexdayê bi sernavê "Maf, Wekhevî û Bihêzkirina Jin û Zarokên Keç ên li Iraqê" konferansek neteweyî li dar xist. Beşdaran, pirsgirêkên jinan û rêyên çareseriyê ya xurtkirina rola wan di civak û pêşkeftinê de nîqaş kirin.

RACA HAMÎD REŞÎD

Iraq – Tora Jinên Iraqê, di 17-18’ê Cotmehê de li Bexdayê di bin dirûşmeya "Maf, Wekhevî û Bihêzkirina Jin û Zarokên Keç ên li Iraqê" de konferansek neteweyî li dar xist. Armanca konferansê, piştgirîkirina pêşketina tevgerên jinê ya li welat bû.

Di Konferansê de, li ser şêweyên sereke yên tundiyê û pirsgirêkên ku pêşî jinê digre ku maf û azadiyên ji aliyê makezagonê ve têne garantîkirin bigrin, hate nîqaş kirin. Nebûna parastina qanûnî û belavbûna kevneşopiyên civakî û şêwazên çandî yên cudakarî û newekheviyê di nav malbat û civakê de xurt dikin, hate destnîşan kirin. Her wiha hate balkişand li ser paşguhkirina beşdariya çalak a jinan di bernameyên avakirina aştiyê û pêşkeftina domdar de.

Her wiha di konferansê de, nirxandina çalakî û avahiya rêxistinî ya Tora Jinên Iraqê û nûjênkirina stratejiya wê ya li gorî derfet û pirsgirêkên ku rêxistinên civaka sivîl pê re rû bi rû dimînin, hate destgirtin.

Hevgirtin hêza guhertinê ye

Konferans, bi axaftina vekirinê ya aktîvîsta mafên mirovan Hanaa Adour dest pê kir. Hanaa Adour, balkişand li ser girîngiya mafên mirovan, bi taybetî mafên jin û zarokan ên li Iraqê. Hanaa Adour, destnîşan kir ku Qanûna Qanûna Malbatê ya 2025’an bandorên neyînî li ser jin û zarokan kiriye û balkişand li ser girîngiya hevgirtin û beşdariya siyasî di nav tevgerên jinan de. Hanaa Adour, her wiha li ser pirsgirêkên Xeza û Filistînê axivî û diyar kir ku divê hevgirtina herêmî û navneteweyî bê xurtkirin.

Rûniştina Yekemîn: Guhertina qanûna hiqûqa malbatê

Parêzer Rizan Şeyh Delir, diyar kir ku meclîsê bi berdewamî pêşniyarên guhertinên Qanûna Hiqûqa Malbatê yên ku mafên jinan têk dibin red kiriye û destnîşan kir ku tevî hejmareke kêm a parlamenterên jin a di meclîsê de jî, hin ji wan li dijî wan derketine. Rizan Şeyh Delir, qanûna dawî bi kêmkirina rola jinan a di nava malbatê de bûye sedema paşveçûnek girîng. Rizan Şeyh Delir, destnîşan kir ku mezhebperestî û dabeşbûnên olî divê zirara nedin mafên jinan.

Rûniştina Duyemîn: Li Iraqê pêşveçûna tevgerên jin

Seroka Hevpeymaniya Ewlekariya Jinan Nadia Mahmud, balkişand li ser valahiyên di navbera mafên makezagonî û bicîhanîna wan de û got: “Qanûnên pêşniyarkirî yên li ser tundiya navmalî di meclîsê de tên redkirin û saziyên dewletê piştgiriyê nadin wan. Hevgirtina jinan jî, bi rêya xwepêşandan, civîn û torê didome. Ji bo bihêzkirina jinan vîzyonek zelal a dewletê tune ye.”

Rûniştina Sêyemîn: Di hilbijartinan de derfetên jinan

Ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê Nebras Ebû Suda, diyar kir ku ji bo zêdekirina beşdariya jinan a hilbijartinê, kampanyayên hişyariyê dimeşînin û wiha axivî: “Bi medyayê û STK’yan re hevkariyê dikin û hewil didin xe bigihîjin herêmên dûr. Ji bo dengdayînê neçariya nasnameya biyometrîk heye. Lewma piştgiriya qeydkirinê tê peyda kirin. Ji namzetên jin re piştgiriya ewlehî, medyayê û kampanyayê tê dayîn. Ekîba karûbarên jinan bi demê re nav guhertiye, lê erkên xwe didomînin.”

Xebatên roja duyemîn û dawîbûna konferansê

Di konferansê de belgefîlmek li ser qeyrana mirovî ya li Xezayê hate nîşandan; bi taybetî balkişandin li ser jin û zarokan. Di roja duyemîn a konferansê de çar rûniştin hatin lidarxistin. ji Tora Jinên Iraqê Hanaa Hamoud, li ser cudakarî û binpêkirinên mafên jinan axivî. Aktîvîst Inas Jabbar, hewildanên bihêzkirin û parêzvaniyê kurte kir. Rewşa darayî û şefafî hatin destgirtin û zehmetî û derfetên darayî hatin nîqaşkirin. Guherinên rêziknameya hundir hatin pêşniyar kirin û tora jinan bi hilbijartina desteyek nû ya rêvebiran temam bû.

Civîn, bi nîqaşa guhertinên pêşniyarkirî yên rêziknameya torê berdewam kir. Armanca van guhertinan ew bû ku xwe li gorî pêdiviyên pêşkeftî yên serdema pêş plan bikin û bandora xebata hevbeş a jinan zêde bikin.

Konferans, bi hilbijartina desteya nû ya rêvebiran a Tora Jinên Iraqê bi dawî bû. Hilbijartina ku di hawîrdorek demokratîk û şefaf de hate lidarxistin, domandina beşdaran a domandina tevgera jinan û pêşxistina mekanîzmayên rêxistinî hate diyar kirin.