‘Hedefgirtina navendê hedefgirtina her jineke azad e’
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê, bi daxuyaniyekî êrişa li dijî navenda kombûnê ya li Dêrazorê şermezar kir û got: “Ev êrîş, xeleke nû ji hewldanên hêzên tarî yên ji bo belavkirina tirsê di nav jinan de û bêdengkirina dengên wan ên azad e.”

Dêrazor – Di 15’ê Cotmehê de li dijî navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li bajarokê Ebû Hemam ê kantona Dêrazorê êrîşek hat kirin. Di encamê de avahiya kombûnê şewitî.
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê, bertek nîşanî êrîşê dan û li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Kisrayê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera meclisê Seher El Mistefa ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de êrîş wek "Xeleke nû ji hewldanên hêzên tarî yên ji bo belavkirina tirsê di nav jinan de û bêdengkirina dengên wan ên azad" hate bi nav kirin.
‘Hedefgirtina navendê hedefgirtina her jineke azad e’
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hate gotin: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî yên li Dêrazorê isbat kirin ku dikarin li ber xwe bidin û ava bikin. Jin di şerên rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ’ê de di rêza pêşîn de bûn û şehîd dan. Xwîna şehîdan dê meşala ku rêya Kombûna Jinan a Zenûbiya ronî dike bimîne."
Di daxuyaniyê de hate gotin hedefgirtina navendê hedefgirtina her jineke azad e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebite, di heman demê de hewldanek ji bo têkbirina îradeya jinên rêxistinkirî ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya dê serî ji gef û tirsandinê re netewîne, lê dê xebatên xwe yên birêxistinkirin û perwerdekirina jinan û beşdarkirina wan di hemû qadan de bidomîne. Her wiha soz hat dayîn ku dê heya avakirina civakeke azad û demokratîk têkoşînê bidomîne.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî sazî, pêkhateyên civakî, şêx, rûspî, rewşenbîr û rêxistinên sivîl hat kirin ku hemberî hewldanên derxistina fitneyan bisekinin û li dijî êrişên bipergalî piştgiriyê bidin jinan.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.