Jinên Ciwanroyê: Ji ber bihayê zêde em nikarin birincê bikirin

Jinên li Ciwanroyê, anîn ziman ku ji ber zêdebûna bihayê her tiştî, nikarin zexîreyan bikirin û diyar kirin ku ew gelek zoriyan dikşînin, barê deynan giran bûye, standartên jiyana wan kem bûne û gotin: “Kirîna birincê jî êdê bûye luks.”

SOMA KERAMÎ

Ciwanro- Ji bo kesên ku li bajarê Ciwanro yê li sînorê Îranê dijîn, sala 2025’an gelek bi zorî derbas bû. Enflasyon, bihayê zêde û xelaya xwarinê, bi awayek neyênî bandorê li şertên jiyana mirovan û tenduristiya wan kiriye. Ciwanro ku demek wek bazara zindî dihat zanîn, ji ber rewşa aborî, ‘mekanîzmaya tetîk’ ku careke din ket dewrê ber bi sekinîn û xizaniyê ve bir.

Kêmbûna dahatê û enflasyona ku bi awayekî bê kontrol zêde bûye, hêviya gel a ji bo pêşerojê di asteke mezin de lewaz kiriye. Bi bandora mekanîzmaya tetîk, kontrola di qadê û rêkûpêkî ji holê rabû.

Biha bi temamî ji însafa firoşkaran re hatiye hiştin. Êdî bihayê berheman, ne bi maliyeta bihayên hilberindanê, li gorî îstîqrara qadê tê diyarkirin. Yek ji mînakên vê rewşê yên herî balkêş, bihayê birincê ji milyon û 200 hezar tumen, bûye 2 milyon û 200 hezar tumen. Bi heman awayî zêdebûna bihayê nan, rûn, derman û cilan de sifreyên gel vala kiriye. Karker, teqawîd û malbatên dahata wan kêm ber bi tengezariyek cidî ya malî ve diçin.

Enflasyon zêde dibe

Enflasyon weke nexweşiyak kronîk, bingehên aboriyê derbas kiriye, hilberandinê di asteke mezin de tune kiriye. Her dem zêdebûna biha, hilberandin û avakirina derfetên kar lawaz kiriye, ber bi qadên spekulatîf ku sermayeyê ji hilberînê dûr dixin ve biriye. Di nava 40 salên dawî de, rêjeya enflasyonê gihîştiye asta ji sedî 20. Vê rewşê mezinbûna domdarî û hêviyên pêşketinê hema bibêje ne gengaz kiriye. Di sala 2017’an de nêzî 18 milyon nifûsa di bin sînorên xizaniyê de, di dawiya sala 2021’ê de 32 milyon derbas kiriye û ev hejmar her diçe zêde dibe. Îro rêjeya fermî ya enflasyonê nêzî ji sedî 45 derbas kiriye. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan, Loristan û Yezdê, ji sedî 50 derbas kiriye. Vê yekê şertên gel ên jiyanê zortir kiriye û bi taybetî ji bo beşên dahata wan kêm e têkoşîna debarê giran kiriye.

‘Depoyên me yên birincê vala bûne’

Hevjîna firoşyarek birincê Şeyda Rizaî wiha got: “Depoya me ya birincê vala bûye û êdî buhayê wê wisa zêde bûye ku em nikarin karê xwe bikin. Em zirarê dibînin. Ji bo em depoyê careke din tije bikin, neçar mam zêrên xwe bifroşim. Êdî em nikarin pîrozbahiyek biçûk jî bikin, ew yek ji kêfxweşiyên biçûk ên jiyana me ye.”

Gelek kes nikarin tiştek bikirin

Someyek Karîmî ya li Ciwanroyê dijî hem kirêdar hem jî xwediya maleke nivçemayî ye, zoriyên ku dijî wiha anîn ziman: “Sala borî bi hêviya ku em ji kirê rizgar bibin, me wesayîd û zêrên xwe firotin û malek nîvçemayî kirî. Lê belê ji ber zêdebûna bihayê malzemeyan, ne em nikarin deynên xwe bidin, ne jî em dikarin malê temam bikin. Malzemeyên înşaatê gelek biha ne, zêr jî sê qat bûye. Em hê di kirê de ne. Hinek caran ji xwe re dibêjim, ‘heta çend salên din em ê bi derdê kirê re bijîn?”

‘Her roj difikirim ez ê çi ji zarokên xwe re çêbikim’

Dayîka sê zarokan Akhtar Azîz destnîşan kir ku êdî nikare goşt û mirîşk jî bikire û got: “Kirîna birincê jî êdî bûye luksek. Hinek caran tenê em bi nan û mast îdare dikin. Ez her roj difikirim ku ji bo zarokan çi amade bikim. Ez her roj hesab dikim çawa mesrefa malê bikim. Ji bo ez kêm xerc bikim fêkiliyên kevin û erzan tînim. Ev bi salan e dixwazim dolabek bînim lê belê biha her diçe zêde dibe, tiştek di destên me de namîne. Her roj, tu dinêrî bihayê her tiştî zêde dibe û em nizanin êdî em ê çiqas xwe li ber vê bigrin. Tenê zext û tirsa debara pêşerojê maye.”