Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Dayîkên Aştiyê şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya ji konferansa Dayîkên Aştiyê re şandî de wiha got: “Banga me ya ji bo aştî û civakeke demokratîk ku me di 27'ê Sibatê de kir, erk û berpirsyariyekê dide tevgera jinan û dayîkên aştiyê. Serdemeke nû dest pê dike.”

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Dayîkên Aştiyê, piştî 12 salan bi dirûşmeya “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aştîyek mayînde ne” 3'yemîn konferansa xwe li ÇandAmedê li dar dixe. Ligel Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên bajêr û navçeyan, hevşaredar, parlementerên DEM Partiyê û rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên dayîkên aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Konferans dê du rojan bidome. 

Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dayîkan şandiye, hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin:

“Ez herî zêde ji dayîka xwe rastiya jiyanê, sebrê hîn bûm. Lê herî zêde jî sekna rast a serbilind. Ez, dayîkên aşitiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmet in silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim. Jin çawa bixwaze divê wisa bijî, lê divê cesareta wan a ji bo jiyaneke azad jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza 'divê azadî bi ramanê destpê bike' ava kiriye.

‘Rêya derketina ji vê porsgirêkê avakirina jiyana komunal û demokratîk e’

Hûn wek dayîkên aştiyê yên ku parastina jiyanê û berxwedana aştiyê di qadên herî pêş de dikin, we her wext di tekoşîna azadî û aştiya me de di qadên herî pêş de cih girtiye. Helbet wek dayîk cihên we di berxwedana me de bênîqaş e. Lê belê, ez di vê baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayîkbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên şikandin. Hûn divê li ba nasnameya xwe ya dayîkbûnê, di heman demê de bi nasnameya jina azad bi hişmendiya xwe re têbikoşin. Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayîksalar lê derketiye, di heman demê de cihê nakokî û pirsgirêkên civakî yê yekem e. Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajiyê fikra ku tê zanîn kolebûn bi derketina dewletbûnê derketiye holê, bi kolekirina jinan destpê kiriye.

Ev nakokî û pirsgirêkên civakî ku qewimîne çavkaniya pirsgirêkên ku îro em dijîn pêk tînin. Rêya derketina ji vê pirsgirêkê bi hev re avakirina jiyaneke komunal û demokratîk e.
Banga me ya ji bo aştî û civakeke demokratîk ku me di 27'ê Sibatê de kir, erk û berpirsyariyekê dide tevgera jinan û dayîkên aştiyê. Serdemeke nû dest pê dike.

Rêxistinkirina jiyaneke sosyalîst li ser bingeha pergala komunal a demokratîk dê bi aştiyê pêkan be. Li ser vî esasî ez hemû dayîkên aştiyê silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim.”