Kongra Star: Êrîşên li dijî Serokatiya me nêzîkatiya li dijî hemû jinan û gelan e

Koordînasyona Kongra Star, daxuyaniyên heqaretê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedar Pervîn Buldan şermezar kir û diyar kir ku ev yek nêzîkatiyek dijmînane ye ku jin û gelên têkoşîna azadiyê didin hedef digre.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star, daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyaniyên heqaretê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîşên tirsonek armanc dikin ku hewildanên aştî û demokrasiyê têk bibin.

Kongra Star, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Weke Rêxistina Kongra Star ev demeke heqaret û bêrêziya li hember Rêber Apo em ji nêz ve dişopînin. Bi rastî jî di demeke wisa de ku hemû hewldan û têkoşîna li ser esasê aştî û demokrasiyê kombûye de û Rêber Apo bi israr dixwaze xwişk û biratiya di navbera gelan de ava bike de êrîşên bi vî rengî gelekî kirêt û tirsonek in. Em dixwazin bêjin ku ev gotinên di şexsê kesekî bi navê Musavat Dervişoğlu û Turan Çömez ku ji Îyî Partiyê de cih digirin ve di meclîsê de hatine gotin, ji derveyî tevlîheviyê tiştekî din ava nake.

Di encama gotinên van şexsan de îro em dizanin ku li trîbûnên lîstoka fotbolê ya di navbera Gurcistan-Tirkiyê de li hemberê Rêbertiya me heqaretên kirêt hatine kirin. Em baş dizanin ku ev kesên weke Turan Çömez, Musavat Dervişoğlu, bi sorkirina nefretê ya di navbera gelan de rê li ber van tiştan vedikin û tenê fitneyê dikin. Ya rastî ev kes ji şer, ji kuştina ciwanan, insanan, ji qeyranê têr dibin û feyde digirin. Ji ber wê jî di navbera gelan de aştiyê naxwazin û ji bo ku li dijî aştiyê bixebitin jî dikevin nava hewldanên bi vî rengî ên qirêj.”

‘Ev nêzîkatî polîtîkayeke pir bi zanebûn e’

Kongra Star, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nêzîkatiyên hatine raberkirin teqez nayên qebûlkirin û got: “Lê heqîqeta heyî ji aliyê hemû cihanê ve tê zanîn ku Rêber Apo di vê demê de kesê ku herî zêde ji bo aramî û aştiya civakan di nava hewldanê de ye. Tevî ku Rêbertiya me ev demeke dirêj e ji bo gelên Tirkiyê di nava hewldanên aşitiyê de ye, li hember jehra netewperestiyê di nava şerekî de ye, ruxmê ku ev 27 sal e di bin şert û mercên herî giran ên tecrîdê de, tenê ji bo ku pêşiya pevçûna di navbera gelan de bigire di nava kûrkirina projeya aştî û demokrasiyê de ye, ev nêzîkatiyên ku tên raberkirin teqez nayên qebûlkirin. Ev nêzîkatî ne nêzîkatiyeke beşeke netewperestan e, polîtîkayeke pir bi zanebûn e. Sebebên pirsgireka Kurd ji nedîtî ve hatin e.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em dizanin ku sêgoşeya dewlet-artêş-milet ve netewperestiya Tirkiyê tê kûrkirin. Ev jî di navbera gelan de dubendiyê, nefretê kûr dike, sor dike. Ev kesên ku rê li ber van xeteriyan vedikin di esasê xwe de yên li dijî welatê xwe, gelê xwe ne jî. Ji ber ku ew dijî aştî û demokrasiya gelan in û tenê ji şer xwe têr dikin, xwe bi rê ve dibin. Ev kesên wiha li şûna ku bi vî rengî tevdigerin, bila biçin gel Serokatî hevdîtinan bikin û ji bo pêşerojeke demokratîk a Tirkiyê pêwîst e xwedî hewldan bin. Lê di şûna wê de ev nêzîkatî tê pêşxistin, pêvajo sebote dikin, ev yek nayê qebûlkirin.”

‘Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye’

 Koordînasyona Kongra Star, destnîşan kir ku bila ev kes bizanin ku nêzîkatiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li dijî hemû jinan û gelan e û got: “Her wiha weke rêxistina Kongra Star em nêzîkatiya li hember Pervîn Buldan jî bi tundî şermezar dikin. Pêwîst e ji aliyê hemû rêxistinên jinan ve bi baldarî bertek bên nîşandan. Weke jinên Rojavayê Kurdistanê em dibêjin ku azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Em heqaretên li dijî Rêbertiya me û siyasetmedarên me qebûl nakin. Pêwîst e li hember van nêzîkatiyan hemû dost û rêxistin jî bikevin tevgerê da ku ev kes bên teşhîrkirin, ku careke din cesaret nekin van gotinan bikin."