Jinên Tûnisî daxwaza edalet û wekheviyê dikin

Jin li Tûnisê di nava krîzên xerabtir de, pêşengiya têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê dikin, li dijî hejariyê bang dikin û dibêjin “Em mafên jinan biparêzin”.

Tûnis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bi hevkariya Koordînasyona Tûnisê ya Meşa Jinan a Cîhanê re, bi mebesta Roja Navneteweyî ya Ji Bo Têkbirina Xizaniyê, li ber qesra hikûmetê ya li Kasbahê xwepêşandanek sembolîk li dar xist. Beşdaran dirûşmeyên ku daxwaza edaleta jîngehparêzî û zayendî dikirin, bilind kirin û tekez kirin ku têkoşîna ji bo mafan berdewam dike û ji destkeftiyên ku jinan qezenc kirine, paşve gav nayê avêtin.

Hejmarên fermî nîşan didin ku rêjeya xizaniyê li Tûnisê gihîştiye ji sedî 16.6’an. Di heman demê de Bankaya Cîhanî texmîn dike ku bi qasî ji sedî 28.99’ê nifûsê di bin xeta hejariyê de dijî. Tê payîn ku ger şert û mercên aborî yên heyî berdewam bikin, ev rêje dê bilind bibe.

Ji destpêka serhildanê vir ve ji ber bêaramiya siyasî û gelek hikûmetan, çîna navîn ber bi xizaniyê ve çûye. Tevî sozên hikûmeta heyî yên ji bo baştirkirina rewşê û vegerandina deynên ku ji sala 2011'an vir ve kom bûne jî, ev yek jî bûye sedema krîzeke aborî ya dijwar.

'Nebûna tedbîrên ewlehiya kar kêmasiya dewletê ye'

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî Recaa Dahmanî, derbarê xwepêşandanê de agahî da. Recaa Dahmanî da zanîn ku ev xwepêşandana sembolîk, ji bo şermezarkirina femînîzekirina xizaniyê, bêparkirina berdewam a jinan ji dermanên bingehîn, her wiha ji bo şert û mercên ku karkerên jin û bi taybetî jî cotkarên jin ên dikşînin, hatiye lidarxistin. Recaa Dahmanî mirina Samara 22 salî bi bîr xist û wiha got: "Piştî têkçûna asansorê di kargeha ku lê dixebitî de, mir." Recaa nebûna tedbîrên ewlehiya kar wek kêmasiyek ku divê dewlet jê berpirsiyar be, nirxand û xwest ku budceya dewletê ya ku vê dawiyê hatiye ragihandin ji nû ve bê nirxandin.

'Daxwaza destwerdana lezgîn a dewletê dikin'

Recaa Dahmanî diyar kir ku pêwîst e çavkaniyên têr ji bo qadên tenduristî, perwerde, veguhastin û çandê werin veqetandin û got ku “Ji ber ku, ji bo bilindkirina hişmendiyê û bidestxistina edaleta civakî, stûnên girîng in ew.” Recaa Dahmanî bal kişand ser krîza jîngehê ya dijwar a parêzgeha Gabesê dorpêç dike. Recaa anî ziman ku qirêjiya ji kompleksa kîmyewî derketiye, bûye çavkaniya xeniqîna mirovan û gefek rasterast li ser jîngeh û xwezayê ye. Recaa wiha got: "Em daxwaza destwerdana lezgîn a dewletê dikin da ku vê kaosa jîngeh û tenduristiyê rawestîne, gel ji xetereyên nêzîk rizgar bike û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo tevgera civakî li Gabesê piştrast bike."

Banga piştevaniyê

Endama komeleyê Assia Belhassen xwest ku jin bikaribin ji bo projeyên pêşkeftinê erdên navneteweyî bikar bînin. Assia îdia kir ku jin ew in ku erdê diçînin û dixebitin û divê ev maf ji wan re were dayîn. Her wiha banga piştgirîyê ji bo cotkar û kedkarên jin a di têkoşîna wan a li dijî xizanî û birçîbûnê de, kir.

'Pêdiviya lezgîn bi reformên berfireh heye'

Civaknas Fathîa El-Saidî jî, xwepêşandan wek nîşandana piştgiriya têkoşîna mafên aborî û civakî nirxand. Fathîa destnîşan kir ku zêdebûna rêjeyên hejariyê û hilweşîna xizmetên tenduristî û perwerdeyê, delîlên pêdiviya lezgîn a reformên berfireh in ku edalet û wekheviya zayendî li seranserê herêman li ber çavan digirin.

'Jinên Tûnisê di nav jinên herî xizan de ne'

 Rojnamevan Monîa Kawaş xuya kir ku jin li Tûnisê tevî asta perwerdehiya wan a bilind jî di nav jinên herî xizan de ne. Monîa Kawaş destnîşan kir ku wan bêyî ku bi tevahî ji mafên xwe sûd bigirin, êş kişandine û tenduristiya xwe xirab kirine. Monîa rexne li paşguhkirina berdewam a jinan a di qada çandiniyê û kargehan de kir. Monîa, diyar kir ku ew rastî destdirêjî û tundiyê tên û ji tirsa windakirina yekane çavkaniya xwe ya debara jiyanê, ditirsin ku mafên xwe bixwazin.