Greva birçîbûnê ya Nasîm Simyarî di roja 6’emîn de ye

Greva birçîbûnê ya aktîvîsta sivîl Nasîm Gholamî Simyarî ya di serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hat girtin, di roja 6’emîn de didome. Hevalên wê yên qoxuşê, diyar kirin ku rewşa wê ya fîzîkî xirab dibe.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya berê Meryem Yahyavî roja Înê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku di hevdîtina xwe ya di Girtîgeha Evînê de hatiye diyarkirin ku rewşa Nasîm Simyarî xirab dibe. Meryem Yahyavî, wiha nivîsand:

"Îro zarokan telefon ji min re vekirin û min jî rewşa Nasîm pirsî û gotin tu wê nas dikî her dem rûken e û dibêje ez baş im lê qet nebaş e. Nasîm, ev pênc roj in li dijî neheqiya li ser Farîbaya me ya delal di greva birçîbûnê de ye."

Çalakiya Nasîm Simyarî

Parêzvana mafên mirovan Nasîm Simyarî ya di çarçoveya serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hat girtin, ji qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê ya Tehranê nemayek weşand û ragihand ku wê ji bo hevgirtinê bi Farîba Kemalabadî re dest bi greva birçîbûnê kiriye. Nasîm, di nameya xwe de Farîba Kemalabadî mîna "mamosteyek bi sebir, sembola mirovahî û xweşbîniyê" bi nav kir.

‘Farîba Kamalabadî 13 salan di girtîgehê de ma û bi sebr nêzî hevalên xwe dibû’

Nasîm Simyarî, diyar kir ku Farîba Kemalabadî zêdetirî 13 salan di girtîgehê de maye û di nava van salan de bi sebir û empatiyek mezin li kêleka hevalên xwe yên girtî cih girtiye. Di nameyê de hat diyarkirin ku Farîba Kemalabadî di salonên hevdîtinê de keça xwe ya biçûk mezin kiriye, neviyên xwe hêmbez kiriye û ji bo wan çîrokan vegotiye.

Nasîm Simyarî, da zanîn hefteya borî agahî hatiye dayîn ku Farîba Kemalabadî dê were berdan û ev agahî li qawîşa jinan bûye sedema kêfxweşiyek mezin lê belê, piştî çend rojan ji aliyê rayedarên darazê ve hatiye ragihandin ku ev biryar hatiye betalkirin.

Nasîm Simyarî, di dawiya nameya xwe de wiha gotibû: "Ji bo Farîba... Ji bo bi hezaran rojên ku wê li girtîgehê derbas kir, êşên ku kişand, sebir, berxwedan û helwesta bi rûmet a ku bi salan nîşan da... Ez ê heta ku mamosteya min a delal a ez gelek tişt jê fêr bûm azad bibe, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînim.”