Li Til Temir ji bo jinên Aşûrî û Ermen semînera ‘Bêrîtan Hêvî’

Kongra Star li bajarê Til Temirê, 33’emîn salvegera çalakiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî), bi semînerek ji bo jinên Ermen û Aşûrî bibîr anî.

Til Temir – Di 25’ê Cotmeha sala 1992’an de Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, heta kêliya dawî li berxwe da û ji bo ku desteser nebe, xwe ji zinarên Xakûrkê de avêt. Gulnaz Karataş her sal di 25’ê Cotmehê de bi çalakiyan tê bîranîn.

Bi vê mebestê jî Kongra Star li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, semîneran lidar dixe. Kongra Star, serpêhatiya Bêrîtan bi jinên Kurd, Ereb, Aşûrî û Ermen dide nasîn û bandora çalakiya wê ya fedayî ya li ser têkoşîna jinê û artêşbûna wê, bibîr dixe.

Kongra Star îro li Komîna Şehîd Senherîb a taxa Aşûriyan semînerek da jinên Aşûrî û Ermen. Di semînerê de Rêvebera Kongra Star Sena El-Tamir axivî. Sena El-Teamir bi gotina “Bêrîtan sembola rûmet, azadî û berxwedanê ye”, dest bi semînerê kir.

‘Li dijî teslîmbûnê ala rûmet û berxwedanê bilind kir’

Sena piştre balkişand ser dîroka jidayîkbûn, çawaniya cangorî û nepejirandina teslîmiyetê û girtina riya azadiyê û wiha got: “Bêrîtana ku li dijî teslîmbûnê ala berxwedan û rûmetê bilind kir, li hember xayînan şehîd bû. Rêber Abdullah Ocalan dibêje: Îro em li ser bingeha nirxên ku rêheval Bêrîtan bi ked û azadiya xwe afirandiye, hewl didin ku têkoşîna xwe ya azadiya jinê bipêş bixin, xurt bikin û mezin bikin.”

‘Dem dema Bêrîtan e’

Sena bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li semînera xwe anî û got: “Dem dema Bêrîtan û wêrekiyê ye. Li bajaran, li çiyayan, li her cihê têkoşînê, li her cihê ku dilê Apociyan lê dide em ê bi ser bikevin û qezenc bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku heta roja 25’ê Cotmehê wê semînerên ji bo bîranîna Gulnaz Karataş, li her malek, taxek, gundek û bajarekî bên dayîn.