Tevgera artêşa Iraqê li Mexmûrê didome: Em ê li berxwe bidin

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Nûdem Yaman diyarkir ku di vê pêvajoyê de hewesta Iraqê bi gumane û got: “Iraq dixwaze bi zextên leşkerî îradeya xelkê wargehê binpê bikin. Em ê li hemberî vê mafiyê li berxwe bidin.”

Mexmûr – Îro danê sibehê şandeyek yên Iraqê bi pêşengtiya Liwa Feysel ya asta bilind a ewlekariyê ya hikumeta Bexda û şendeyek leşkerî ya Îstixbaratê ji bo hevdîtinê, hatibûn Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ê. Li gel heyeta Iraqî hêzek zêde mezin ya leşkerî û alavên karkirinê jî berê xwe dan wargehê, liv û tevgerek zêde ya leşkerên Iraqê li derdora wargehê heya niha jî didome û helîpoter li ser wargehê digere. Piştî hevdîtinê hat zanîn ku Iraq carekê din dixwaze derdora warhega Mexmûrê têl bike.

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Nûdem Yaman têkildarî rewşa li wargeha Mexmûrê û hewldanên hêzên Iraqê yên bi têl dorpêçkirina wargehê axivî.

‘Vê sibehê hêzên Iraqê ji nişka ve hewl dan derdorê wargehê têl bikin’

Nûdem Yaman wiha got: “Wek tê zanîn ji aliyê Hêza Iraqê ve dorpêçek li ser gele wargehê di hat meşandin. Li ser vê yekê me gelek hevdîtin bi şandeyên Iraqê re kirin, lê ev hevdîtin ti encam ne girtin. Di 2023’an de jî cardin bi êrîşekê xwestin wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li hemberî vê gelê li dijî vê helwesta dewleta Iraqê têkoşînek bêhempa kirin. Di encama têkoşîna gel de ev daxwaza dewleta Iraqê bi li hevkirinekê bi dawî bibû. Îro cardin di demjimêrên sibê de bê ku agahiyek bidin şendeyek derbasî wargehê bû xwest bi rêveberên wargehê re hevdîtin pêkbîne. Di wê hevdîtinê de ragihandin ku biryara têlkirina derdora wargehê hatiye girtin.”

‘Emê li dijî vê bê mafiyê berxwedana xwe bidomînin’

Nûdem Yaman destnîşan kir ku ambargoya dewleta Iraqê didome û wiha domand: “Ji xwe beriya vê rewşê dewleta Iraqê di hemû aliyên jiyanî de astengî ji bo gele wargehê pêk di anîn. Ti pirsgirêka me bi hikûmeta Iraqê re nîne. Di pêvajoyê aştiyên de ev hewesta dewleta Iraqê bi gumane. Dixwazin bi zextên leşkerî îradeya xelkê wargehê binpê bikin. Wek xelkê wargehê em ê mîna sala 2023’an li hemberî bê mafiya dewletê li berxwe bidin.”

‘Divê hemû gelê Kurd li dijî vê bibin xwedî helwest’

Nûdem Yaman di dawiya axaftina xwe de ev bang kir û got: “Em bang li tevahî gelê azadîxwaz û gelê Kurd dikin ku li hemberî êrişên li ser xelkê wargehê bibin xwedî helwestek tûnd û xwedî li gelê wargehê derbikevin.”