Li Xezayê sêgoşeya mirinê: Bombebaran, kêmxwarinî û birçîbûn
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku li Xezayê her roj 28 zarok ji ber êrîş, kêmxwarinî, birçîbûn û kêmaniya alîkariyên bingehîn jiyana xwe ji dest didin.

Navenda Nûçeyan – Bi şerê ku didome re, gelê li Xezayê, rojane ji ber êrîş, birçîbûn û bûyerên kêmxwariniyê krîzeke mirovî ya her diçe xirab dibe dijî. Li ser van hemûyan jî dorpêça dijwar a hêzên Îsraîlê zêde dibe.
UNICEF’ê, di daxuyaniya îro 5’ê Tebaxê de, diyar kir ku, hêzên Îsraîlê polîtîkayên birçîhiştin û êrîşan ku zêdeyî 660 roj in pêk tînin didomînin. Li Xezayê nêzî 28 zarokan jiyana xwe ji dest dane. UNICEF’ê da zanîn ku zarokên li Xezayê ji ber êrîş, kêmxwarinî, birçîbûn û kêmaniya alîkariyên mirovî û tunebûna xizmetên bingehîn bi mirinê re rûbirû ne.
1 500 kes dema li benda alîkariyê bûn hatin kuştin
Di daxuyaniya UNICEF’ê de wiha hae gotin: “Li Xezayê her roj 28 zarok tên kuştin. Pêwistiya van zarokan beriya her tiştî bi agirbest, xwarin, ava paqij, derman û parastinê heye.”
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî, diya rkir ku ji Gulana 2025’an ve li Xezeyê zêdetirî hezar û 500 kes li cihên belavkirina alîkariyan an jî li ser riyên alikariya mirovî dema ku xwestine xwe bigihîjînin xwarinê hatine kuştin. Hat diyarkirin ku ev bûyer li herêmên alîkariyê yên di bin kontrola leşkerên Îsraîlê de pêk hatine.
Ev rewş rê li ber felaketê vedike
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji dema ku belavkirina alîkariyên mirovî destpê kirine ve heta niha, di encama êrîşên hêzên Îsraîlê yên li dijî kesên li benda alîkariyê bûn de 1516 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 10,067 kes jî birîndar bûne.
Hêzên Îsraîlê piştî şerê bi Hamasê re ku di Cotmeha 2023’an de dabû destpêkirin, polîtîkayên birçîhiştinê li dijî sivîlan dijwartir kiriye, di 2’yê Adara 2024’an de hemû deriyên sînor ji ketina alîkarî, malzemeyên tibî û mirovî re hatin girtin. Ev rewş bû sedem ku xela belav bibe û rê li ber felaketê veke.