Parêzvana mafên zarokan Sahar Soltanî hat binçavkirin
Parêzvana mafên zarokan Sahar Soltanî li Îranê hat binçavkirin. Nehat zanîn ku Sahar Soltanî bi kîjan hincetê hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafên zarokan Sahar Soltanî, li Îranê hat binçavkirin. Sahar Soltanî ya ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn, sewqê Girtîgeha Lakanê ya Reşdê hat kirin.
Sahar Sultanî ya di warê mafên zarokan de dixebite û li Bender Enzeliyê dijî, di roja 3’ê Tebaxê de hat binçavkirin û wê birin Girtîgeha Lakanê ya li Reşdê. Sahar Soltanî, ji beşa Felsefeya Perwerdeyê ya Zanîngeha Kharazmiyê mezûn bûye û bi salan e di warê wêjeya zarokan, hînkirina felsefeyê li ber zarokan, di qadên weke perwerdeya civakî û hînkirina behreyan de hem ji bo zarokan hem jî malbatên wan xebatan didomand.