Di 8 salan de li Yemenê li dijî jinan 5 hezar û 618 binpêkirin
Rapora nû ya Tora Azadî û Maf a Yemenê, raxist ber çavan ku Hûsiyan ji 2017’an heta niha li dijî jinên Yemenê herî kêm 5 hezar û 618 binpêkirinên mafan kirine. Di nava binpêkirinan de kuştin, revandin, îşkence û girtina bi zorê hene.

Yemen – Li gorî rapora Tora Azadî û Maf a Yemenê hat weşandin, Hûsiyan ji 1’ê Çileya 2017’an heta niha li dijî jinên Yemenê herî kêm 5 hezar û 618 binpêkirin pêk anîne. Di raporê de hat destnîşankirin ku jin rastî binpêkirinên giran ên cûr be cûr, kuştin, revandin, windakirina bi zorê, tundiya fîzîkî û derûnî tên.
Li Yemenê di sala 2015’an de pevçûnên di navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de destpêkirin de rê li ber mirina bi dehhezaran mirovan, birîndarbûn û ji derketina ji cihê xwe vekir. Di vê pêvajoyê de, bi taybetî jin bi awayekî sîstematîk rastî binpêkirinên mafan hatin.
Bûyerên tundî û revandinê derdikevin pêş
Li gorî raporê, di navbera 1’ê Çile 2017- 31’ê Tîrmeha 2024’an de, 1479 jin hatin kuştin, 3 hezar û 398 jin birîndar bûn (ev jî di encama avêtina topan, mayîn û teqemeniyê EYP û sekvanî de) 547 bûyer jî revandin, bi zorê windakirin, tundiya fîzîkî û derûnî digre nava xwe.
Di heman demê de hat belgekirin ku 176 jin bi zorê hatine girtin.
Di navbera 1’ê Çile 2017- 31’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Hûsiyan ve 46 jin hatin kuştin, 211 jin birîndar bûne.
Bang li civaka navneteweyî hat kirin
Di dawiya raporê de, Tora Azadî û Maf a Yemenê, bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariya NY’ê û saziyên mafên mirovan a navneteweyî kir ku divê Hûsî di mijara binpêkirina mafên li dijî jinan de hesab bidin. Divê peymanên navneteweyî were pêkanîn û ji bo dawî li sûcên li dijî gelê sivîl tên kirin were, tedbîrên demildest werin girtin.