Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” ket hefteya 80’emîn

Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” ket hefteya 80’emîn. Beşdaran diyar kirin ku di vê hefteyê de 2 jê jin herî kêm 30 kes hatine darvekirin, ji bo rawestandina dervekirinan bang li raya giştî ya naventeweyî kirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” ku li tevahiya Îranê li 48 girtîgehan bi beşdariya girtiyên siyasî tê lidarxistin ket hefteya 80’yan. Çalakgeran, diyar kirin ku darvekiirn, îşkence û şîdeta li girtîgehan zêde dibe polîtîkayeke pergalî ya ji bo tirsandin û bêdengkirina civakê ye.

Di hefteyek de zêdetirî 30 kes hatin darvekirin

Di daxuyaniya di çavçoveya kampanyayê de hat dayîn, hat diyarkirin ku di hefteya dawî de, ji 30 zêdestir kes hatine darvekirin, di navbera van kesan de du jin hebûne. Her wiha hat ragihandin ku li Girtîgeha Urmiyeyê tiliyên sê girtiyan hatine jêkirin û vê kirina dermirovî bûye sedema berteka navneteweyî.

Li girtîgehan zext zêde dibin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rewşa girtiyên endamên kampanyayê yên di koguşa çaran a Girtîgehê ku Ghezal Hezar lê dimîne nayê zanîn. Hat diyarkirin ku di encama zextên dijwar ên hêzên ewlekariyê de, hinek girtiyan xistine hucreyên bi tenê, hinek ji wan jî piştî pênc rojan vegeriyane koguşên xwe lê beşa siyasî hê jî girtiye.

Grevên birçîbûnê didomin

Di çarçoveya çalakiyên vê hefteyê yên kampanyayê de, roja sêsemê Ghezal Hezar bi girtiyên din re ket greva birçîbûnê. Bi greva birçîbûnê armanc ew e ku bala raya giştî ya navneteweyî bikşînin ser darvekirinên ku zêdetir bûne.

Beşdarên kampanyayê, bal kişandin ku şîdet û pêkanînên li welat zêde dibin, ji bo çewisandina  gelê ku ji bo edalet û azadiyê têdikoşe ye û wiha hat gotin: “Weke civak em hê jî bedela vê yekê li girtîgehan, li ser sêdarên darvekirinê û di şaneyên îşkenceyê de didin.”

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî hat kirin ku  dengê xwe yê ji bo “Na ji darvekirinê” re bilindtir bikin û hat diyarkirin ku belavkirina kampanyayê divê bibe mijareke esasî.