5’emîn salvegera teqîna Bendera Beyrûdê hat bibîr anîn
Hêrsa gel ya li dijî teqîna Bendera Beyrûtê ya beriya 5 salan pêkhat û zêdetirî 220 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn, didome. Daxwaza gel ya li hesab pirsîna berpirsyaran didome.

SUZAN EBU SAÎD
Beyrûd – Beriya 5 salan ango di dîroka 4’ê Tîrmeha 2020’an de li Bendara Beyrûdê ya paytexta Lubnanê teqînek mezin pêkhat, di encama teqînê de zêdetirî 220 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn. Duh 4’ê Tîrmehê bi wesîlaya 5’emîn salvegera teqîna Bendera Beyrûdê, meşek girseyî pêk hat. Meşvanên ku ji du baskan dest bi meşê kirin, heta li Abîdeya Koçberan ya li hember cihê teqînê, meşiyan.
Di axaftinên hatin kirin de, bal kişandin li ser daxwaza gel ya ji bo rastî û edaletê. Di çalakiyê de navên qurbaniyan hatin gotin û pêdiviya edaletê hate tekezkirin.
‘Teqîna li Bendera Beyrûtê di dilê her Lûbnanî de birînek vekirî ye’
Rojnamevan Betul Abdullah ya di meşê de axivî, wiha got: “Em wek gelê Lûbnanê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Ev trajediyê ne tenê keviran, di heman demê de mirov jî hejand, ev teqîn bandorek kûr li ser wijdanê me kir. Ger heta niha kesên ku di aliyê wijdanî de li dijî teqînê bêdeng dimînin hebin, bila xwe lêpirsîn bikin. Em heta niha di nava qeyranên bêdawî de dijîn û teqîna li Bendera Beyrûtê di dilê her Lûbnanî de birînek vekirî ye. Em hêvî dikin ku di demek nêz de heqîqet bê eşkere bikin û dilê malbatên qurbaniyan rehet bibe. Divê em hîs bikin ku li vê welatê mirovên ku me diparêzin û hêzek darazî ya rastîn heye ku edaletê misoger dike."
‘Heta niha rastî eşkere nebû’
Aktîvîsta siyasî û namzeta parlamenteriyê ya berê Meclîsê Ranîa Basîl jî wiha got:
"Her çend 5 sal ji teqîna Bendera Beyrûdê derbas bû jî, ev kêliya bi êş hê di dilê her kesî de cih digre, ji ber ku heta niha rastî eşkere nebû. Em sûcdarên vê bûyerê nizanin. Em heqîqetê dixwazin û ger em dixwazin dewletek rast avabikin, divê edaletek pêbawer mîsoger bikin. Heta eşkerekirina sûcekî bivî awayî, wê edalet pêkneye. Di teqînekî ku zêdetirê 200 kes jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndarbûn, gel ji cih û warên xwe bûn û nîvê paytextê hilweşiya de, eşkerekirina heqîqetê girîng e. Em îro li vir in û heta eşkerekirina biryarê li vir bin.”
‘Em ji bo daxwaza edaletê li vir in’
Aktîvîsta siyasî û hunermenda hunera plastîk Neda Sahnaouî jî wiha axivî: "Em ji bo daxwaza edaletê li vir in. Edalet ne tenê ji bo qurbaniyan û malbatên wan, ji bo bi hezaran birîndaran, bi hezaran kesên ku mal û karên xwe winda kirine û bi sedan kesên hêj beden û rihê wan diêşin e. Ev mirovan her roj êş dikşînin. Em ji bo van hemû kesan, ji bo Beyrûtê û Lubnanê edaletê dixwazin. Ji ber saziyên dewletê û pergala edaletê bêyî vê bingehê nayên avakirin."
Neda Sahnaouî, pênaseya bûyerekî ku hemû kes hêzkiriyên xwe windakir nîne û got: “Ev tene şîneke, birîneke ku wê heta dawiyê bidome ye. Em dibêjin, ‘Me we ji bîr nekir û dilê me bi we re ye.’ Îro tişta pêwîst pêkhatine edaletê, mîsogerbûna ewlehî û eşkerebûna heqîqetê ye.”
Aktîvîst û derhênara belgefîlman Sola Saad, da zanîn ev bûyer li dijî hemû Lubnaniyan e û got: “Ev bûyer ji bo kesên li Beyrûtê dijîn, girantir e. Rûxmê ku 5 sal derbas bû jî, ev kêlî hêj êş dide. Em hemû ji vê bûyerê bandor bûn. Di teqînê de hezaran avahî zirar dîtin, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn. Em îro hatin li vir, ji ber bêdengî nayê qebûlkirin. Em nikarin tişta hatiye jiyîn paşguh bikin.”
‘Dem dema têkoşînê ye’
Sola Saad, di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Bê guman, hêvî heye. Bûyerek ewqas mezin, windahiyên ewqas zêde, divê bi eşkerebûna rastiyê re encam bibe. Wê bêdengî heta dawî berdewam neke. Ez ji vê enerjiya îro hêz digrim. Dem dema têkoşînê ye.”
‘Divê em hemû dengê xwe bilind bikin’
Sola Saad, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Diyalog hêza me ye û divê em hemû dengê xwe bilind bikin û biaxivin. Ji ber ku bêdengî pêşerojê ava nake. Ger hişmendiyek mezintir û beşdariyek kûrtir hebûya, wê ewqas tundî nebûya. Berpirsiyariya me ya herî mezin, redkirina bêdengiyê û beşdarbûna çalak ya pêvajoyên biryargirtinê ye. Divê em biryarên bêyî îradeya me tên girtîn, qebûl nekin.”