Li Hesekê ji bo piştgiriya bi jinên Suweydayê re komxebat

Li Hesekê bi dirûşma “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Suweydayê li dijî qirkirinê” komxebatek diyalogî hat lidarxistin.

Hesekê – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 30’yê Tîrmehê de ji bo piştgiriya bi jinên Suweydayê re kampanyayek dabû destpêkirin. Platformê, îro bi komxebateke diyolagê kampanyaya xwe bi dawî kir.

Komxebat, bi sernavê “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Suweydayê li dijî qirkirinê” li Hola Mişwar a taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê destpê kir û di komxebatê de 65 kesayet ji rêxistinên jinan, sazî û dezgehên jin, Rêxistina Şawişka, Kombûna Jinên Zenûbiya, Meclisa Edaleta Jin, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî cih girtin.

Di komxebatê de du mijar hatin destgirtin. Mijara “Rewşa li Sûriyeyê, binpêkirinên li dijî jinan û rola jinan a di pêşîgirtina kiryarên li dijî jinan de” ji aliyê Cîgira hevserokên MSD’ê Canda Mihemed ve hat birêvebirin. Mijara duyemîn a “Binpêkirinên li dijî jinên Suweydayê” jî ji aliyê rêvebera Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr Hinêfî ve hat birêvebirin.

Komxebata ku vê sibehê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li peyama bi deng a jinên Suweydayê ji komxebatê re hatibû şandin, hate guhdarkirin. Di peyamê de jinên Suweydayê, destnîşan kirin ku li dijî hebûn û nasnameya jinan planek qirkirinê tê meşandin û li dijî civaka Durzî kiryarên terorê pêk tên. Her wiha jinan, li tevahî cîhanê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin ku li dijî feraseta qetilkirin û qirkirinê têbikoşîn.

Komxebat di çarçoveya rêzeçalakiyên Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên piştgiriya jinên Suweydayê ku 30’ê Tîrmehê dest pê kiriye, didome.

‘Rol û erka jinan li dijî kiryarên li ser jinan rêxistinbûyîn û xweparastin e’

Cîgira Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Canda Mihemed a mijara yekemîn bi sernavê “Rewşa li Sûriyeyê, binpêkirinên li dijî jinan û rola jinan a di pêşîgirtina kiryarên li dijî jinan de” birêvebir, wiha got: “Rewşa Sûriyeyê ber bi xeteriyek cidî ve diçe û li hemberî vê xeterê rêxistinbûyîn û hişyarî erkek sereke ye. Piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê, rêveberiya demkî ya Şamê pêk hat. Bi vê guhertinê hêviya gelê Sûriyeyê hebû ku jiyana nû û azad bijîn lê mixabin rêveberiya demkî îdeolojiya îslama siyasî dide meşandin û bi vê siyasetê pêkhate û olên cuda qetil dike. Di heman demê de komkujî û binpêkirinên ku li peravên Sûriye û Suweydayê pêk hat, îsbat kirin ku ev desthilatdarî rûyê duyemîn ê Rejîma Baasê ye û dixwazin Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin.

Rastî jî em dibînin ku li Sûriyeyê dewlet nîn e, hemû komên çete ne û destên wan di xwîna civaka Sûriyeyê de heye û niha jî kiryarên qirêj li dijî gelên Sûriyeyê didomînin. Rol û erka jinan li hemberî kiryarên li dijî jinan rêxistinbûyîn, zanebûn û xweparastin e. Bi vê yekê jin wê bikaribin hebûna xwe misoger bikin.”

Di berdewama komxebatê de li ser mijarê nîqaş hatin meşandin, beşdaran diyar kirin ku pêvajoya  Sûriye tê de derbas dibe, pêdiviya wê bi xweparastinê heye û dan zanîn ku divê jinên Sûriyeyî li hêviya tu kesê nemînin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û hevgirtina xwe ava bikin.

‘Feraseta rêveberiya demkî ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek bi xeter e’

Rêvebera Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr Hinêfî ya mijara duyemîn bi sernavê “Binpêkirinên li dijî jinên Suweydayê” birêve bir, wiha axivî: “Kiryarên ku li dijî jinan pêk tên, hebûna jin û civakê dikin hedef. Feraseta rêveberiya demkî feraseta cîhadîst e û xetereke mezin li ser nasname û hebûna jinan çêdike. Di komkujiyên ku li dijî pêkhateyên Sûriyeyê pêk hatine de hemû jî bi rêbazên hovane û bêexlaqî jinan hedef digre. Ji ber ku hêzên desthilatdar di vê baweriyê de ne ku jin bingeha avakirina civakê ne lewma destpêkê jin tên hedefgirtin. Jinên Suweydayê rastî qirkirin û revandinê hatin, feraseta ku êrîşê Şengal kir û jinan li bazaran firot, îro jî li Suweydayê ev siyaset û feraseta kuştin û firotina jinan berdewam dike. Jinên Suweydayê di bin siyaseta qirkirin û birçîbûnê de tekoşînek mezin didin meşandin. Ji bo ku em xwedî li vê têkoşînê derkevin pêwistî bi hevgirtin û yekitiya jinên Sûriyeyê heye. Ji ber ku qedera me hemûyan yek e û pêwist e ji bo çaranûsa xwe em têkoşîneke hevpar bidin meşandin.”

‘Divê jinên Suweydayê YPJ’ê mînak bigrin û têbikoşin’

Piştre ji bo mijarê nîqaş hatin kirin, jinan diyar kir ku rol û hebûna jinan ji bo Sûriyeyê çareserî û bingeha avakirina jiyana wekhev û demokratîk e û gotin: “Yên ku Sûriyeyê parastin, têkoşiyan jin in. Redkirina rola wan nayê qebûlkirin û ji bo xwedîderketina li hebûn û nasnameya jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Feraseta ku li Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê armanc kir, îro li peravên Sûriye û Suweydayê berdewam dike. Lewma divê em li dijî vê ferasete têbikoşin û bidin guhertin. Divê jinên Suweydayê YPJ’ê mînak bigrin û di hemû qadên jiyanê de cih bigrin, têkoşîna xwe bilind bikin û hebûna xwe biparêzin.”

Komxebat bi encamnameyek bi dawî bû:

“* Divê komkujî werin şermezarkirin û bang li hemû aliyên herêmî û navneteweyî were kirin ku ji bo rawestandina şer û binpêkirinên li Suweydayê yên li dijî sivîlan, mirovên bêguneh û jinan tên kirin  tedbîrên lezgîn were girtin.

*Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji kiryaran berpirsyar e.

*Banga vekirina korîdorên mirovî yên li Suweydayê û pêşkêşkirina alîkariyan.

*Şandina şandeyên navneteweyî yên lêkolîna rastiyan ji bo lêkolîna sûc û binpêkirinên ku hatine kirin û belgekirina hemû sûcên li dijî jinan.

*Daxwaza hesabpirsînê ji hemû sûcdaran û kesên têkildar û misogerkirina edaletê.

*Redkirina koçberiyê, şermezarkirina guhertinên demografîk û tekezkirina ku koçberî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

*Banga avakirina torekî piştgirî û hevgirtina jinan di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jinên li Suweyda û li seranserî Sûriyeyê.

*Birêvebirina kampanyaya parêzvaniyên hevbeş ên li ser asta medyaya herêmî û navneteweyî.

*Xurtkirina rola jinan di komîteyên awarte û alîkariyê de.

*Destpêkirina kampanyayên medyayî yên hevbeş, ji bo bilindkirina hişmendiya li ser rewşa jinên li Suweydayê.

*Bi giştî çalak kirina rola rêxistinên civaka sivîl û rêxistinkirinên ku bi karûbarên jinan re eleqedar in.

*Banga ji bo jinên Suweydayê ya ji bo parastin û xweparastinek rewa xwe birêxistin bikin û perwerde bibînin.”

Komxebata diyalogê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.