‘Divê ev komîsyon bibe zemîna avêtina gavên şênber lê werin avêtin’
Meral Daniş Beştaş û Gulistan Kiliç Koçyîgît, di komîsyona ku li meclîsê hat avakirin de axivîn. Meral Daniş Beştaş, wiha got: “Ev komîsyon ne tenê platforma diyalogê ye, hêvîdarin bibe zemîna avêtina gavên şênber û avakirina zemîna çareseriyê.”

Enqere – Komîsyona pêvajoyê ya ji 51 endaman ya bi înisiyatîfa Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş hatiye damezrandin, îro di saet 11:30’an de civiya. Ji ber ku nehat diyarkirin ka civînên komîteyê dê bi awayekî rûniştên vekirî an jî girtî bê pêkhatin, tenê nûçegihanên navên xwe dane beşdarî civîna ewil a komîsyonê ya li salona Torenê ya Meclîsê bûn û kişandina dîmenan jî hate qedexekirin.
Rojeva sereke ya civîna îro, diyar kirina şêwe û rêbazên bingehîn ya xebatan bû.
Her wiha endamên komîsyonê mafê axaftinê girtin û nirxandinan kirin.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna komîsyona li Meclisê de axivî ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sereke ye ku bi sala ye çareseriya wê tê taloqkirin û got: “Di esasê xwe de ji bo çareseriya demokratîk, siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd em li vir in. Dixwazin destnîşan bikim ku ev civîn dê ji bo jiyana hevpar, hiqûq û pêşerojeke demokratîk a tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê sûdewer be.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pirsgirêka Kurd bi nêzikatiyên ewlekariyê nayê çareserkirin
Gulistan Kiliç Koçyîgît, axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka Kurd divê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd a azadî û hemwelatiya wekhev de were nirxandin, di heman demê de divê weke çalakkirina rêgeza hiqûq, siyaseta azad, hiqûqa biratiyê û dewleta hiqûqê jî gavekî adilane û sereke ye. Divê weke avakirina jiyaneke wekhev a li ser bingeha adilane were nirxandin. Di vê çarçoveyê de xebatên komîsyona me ji bo çareseriyeke mayinde, rêyên çareseriyeke berfireh û hêsankirina qonaxên çareseriyê firsendeke dîrokî pêşkeş dike.
Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên tendurist û çêker were çareserkirin, ji bo diyarkirina rêbazên çareseriyê, girîng e. Di serî de nasnameya Kurd, ji ber redkirina piranîparêzî, nasname û baweriyên cuda û ji ber ferzkirina yekperestiyê ev pirsgirêk derketin holê û ev serhildan, şer û tundî heta roja me domiyan. Cihêkariya li dijî nasnameyan û pergala yekperest pirsgirêkeke cidî li ber demokrasiyê vekir û nehişt komar bigihije demokrasiyeke xurt û hiqûqeke li ser bingeha maf, demokrasî, edalet û hemwelatiya wekhev were avakirin. Di halê hazir de tê dîtin ku di serî de pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêkên me yên sereke bi nêzikatiyên ewlekariyê û bi vehêlandina demokrasî û azadiyan çareser nabin.
‘Pirsgirêka Kurd bûye çavkaniya gelek pirsgirêkan’
Pêdiviya sereke ya welat, gel û civaka me bi çanda demokrasiyê ya mizakerevan ku aliyên hiqûqî, siyasî, çandî û aboriyê jî digire nav xwe heye. Bêguman pirsgirêka Kurd bûye çavkaniya gelek pirsgirêkan. Ne pirsgirêka hemwelatiya wekhev a Elewiyan, ne mafê kedkaran ê tê xwarin ne jî pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd cuda nayên destgirtin. Bi vê wesîleyê em dibêjin ku hewceye êdî her mesele bi perspektîfeke demokratîk, wekhevîparêz û piranîparêz bê destgirtin.
‘Meclis xwedî roleke dîrokî û girîng e’
Di vê çarçoveyê de em wisa bawer dikin ku komîsyona me hem ji bo xurtkirina zemîna mitabeqeta siyasî hem jî pêşxistina rêyên mizakereyan de dê gelek sûdewer be. Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe yên neçareseriyê rizgar bibe û di rêya veguherîna demokratîk de pêş bikeve, meclis xwedî roleke dîrokî û girîng e. Gelek girîng û biqîmete ku ev pêvajo li ser zemîna meclisê hate destpêkirin.
Weke DEM Partiyê em di ferqa vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ne. Em ê bi nêzikatiyeke çêker xebatên xwe bidomînin. Tecrubeyên dîrokî nîşan didin ku bêpevçûniya yekalî nayên wateya aştiyê. Aştiyeke mayinde, bi pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk a li ser zemîneke rewa ya siyasî pêkan e.
Birêz Ocalan, siyaseta demokratîk weke rêya çareseriya pirsgirêkan nîşan dide. Ev yek careke din nîşan dide ka rêyên siyaseta demokratîk çiqas girîng in.
Dive çi were kirin?
Em di wê baweriyê de ne ku ev komîsyon jî dê bi perspektîfeke ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk xurt dike bixebite. Di vê çarçoveyê de, hewceye beşdariyeke demokratîk di nav xwe de mafên kolektîf û derfetên nûnertiya siyasî jî bihewîne. Beşdarbûn divê tenê bi hilbijartinê bisînor nemîne; tevlibûna wekhev a di pêvajoyên biryardayînê de, rêveberiyên xwecihî, xurtkirina rêveberiyên herêmî û rêzgirtina li hemberî îradeya gel jî divê di nav de bin. Tayînkirina qeyûman, pêvajoyeke ku mafên demokratîk ên hemû welatiyan bisînor dike ye.
Her wiha, mafê zimanê dayikê jî ne tenê pedagojîk, meseleyeke hebûnê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê, xwegihandina xizmetên cemaweriyê, afirandina derfetên çandî, bingeha hemwelatiya wekhev a jiyana gelê Kurd e. Misogerkirina van mafan, ji bo derbasbûna pergaleke hiqûqê ya piranîparêz girîng e. Bi vê boneyê, diyarkirina gavên gelê Kurd bi awayekî xurt tev li siyaseta demokratîk dikin dê demokrasiya destûra bingehîn jî xurtir bike. Civaka demokratîk, hêmaya sereke ya jiyaneke azad û demokratîk e. Gavên ji bo pêşxistina civaka demokratîk, rêxistinbûn û azadiya siyasetê dê lez bide veguherîna demokratîk û derî li entegrasyona demokratîk jî veke.
Mîna birêz Ocalan jî hatiye, ev welat dê êdî bibe welatê kesên demokrasiyê hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin be.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş: Divê em zimanekî nû avabikin
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, avakirina komîsyonê weke gaveke “dîrokî” nirxand û got: “Dikare bibe gava destpêkê ya veguherîna pergala antîdemokratîk ku encama poLîtîkaya înkarê ya sedsalî ye. Çareseriya meseleya Kurd di heman demê de ji bo hemû hemwelatiyan dê rejîmeke hiqûqê ya demokratîk bi xwe re bîne. Li gorî me yek ji peywirên vê komîsyonê ew e ku ji bo cîbicîkirina mewzûatên heyî îradeyê nîşan bide. Ji ber ku em ê pêşniyarên guhertina yasayî bikin. Lê ji bo cîbicîkirina yasa û destûra bingehîn a heyî peywireke me ya girîng heye. Weke mînak; AYM niha biryarên DMME’yê bicih nayîne.
‘Cîbicîkirina mafê hêviyê, pêwîstiyeke cîbicîkirina hiqûqê ye’
Em dixwazin komîsyon di vê mijarê de înîsiyatîfê li xwe bigire û îradeyê raber bike. Em niha bi derfet û berpirsyartiyên dîrokî re rû bi rû ne. Birêz Ocalan ji bo ev pêvajo bi ser keve tişta ji dest tê dike. Ji bo mercên wî yên tenduristî, ewlehî û azadiyê gelek caran daxwaz hate kirin. Xebatên di vê derbarê de dê bidomin lê dixwazin balê bikişînim ser mafê hêviyê. DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryar da. Cîbicîkirina mafê hêviyê, pêwîstiyeke cîbicîkirina hiqûqê ye.
Sepanên qeyûm
Yek ji meseleyên din jî sepanên qeyûm e. Ev bû sê serdem qeyûm li şaredariyên me tên tayînkirin. Yek ji hêmaya sereke ya rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avkirina civaka demokratîk jî, rêzgirtina li îradeya gel û bidawîkirina sepana qeyûm e. Wekî birêz Ocalan jî di pêvajoya çareseriyê de gotibû; hiqûqa ji bo Kurdan dikeve meriyetê dê deriyên demokrasiyê ji bo gelên Tirkiyeyê veke.
Ev komîsyon ne tenê platforma diyalogê ye, hêvîdarin bibe zemîna avêtina gavên şênber û avakirina zemîna çareseriyê. Avakirina pêşerojeke aştiyane, adilane û demokratîk, berpirsyartiya tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Divê em li gorî vê berpirsyartiyê bixebitin.
Meseleya aîdiyetê, bi entegrasyona demokratîk pêkan e. Bi parçebûn û teslîmbûnê nabe. Entegrasyona demokratîk tê wê wateyê ku her tişt were parastin û wisa entegre bibe. Anku bi parastina ziman, nasname û çandê dibe. Her wiha divê tu derdorên civakî derveyî vê komîsyonê neyên hiştin. Yek jî mijara herî girîng, avakirina zimanekî nû ye. Divê em zimanekî rêzgir ava bikin.”
Navê komîsyonê bû 'Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê'
Navê komîsyona bi bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, diyar bû. Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin.
MHP’ê demek berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.