Rêxistina Stêrk ji zarokên koçber re bûye hêvî
Berdevka Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo diyar kir ku parastina zarokan erka wan a herî sereke ye û hewl didin ku zarokên koçber ji tundî û binpêkirinan biparêzin û derûniya wan baş bikin.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerên hişyarkirinê, fêrkirina xwendinê û rêzeçalakiyên cûrbecûr ji bo zarokan dide amadekirin. Karê wan ê herî bingehîn, parastina zarokan a ji binpêkirinan û dûrxistina wan a ji mafên wan e.
Berdevka Rêxistina Stêrk ya Parastin û Şopandina Mafê Zarokan Jûlya Xelo parastin û şopandina mafê zarokên koçber ji ajansa me re nirxand.
‘Karê herî sereke avakirina komînên zarokan e’
Jûlya Xelo behsa kar û xebatên Rêxistina Stêrk kir û armanca wan a ji parastina zarokan çi ye û got: “Wek Rêxistina Stêrk erk û berpirsiyariya me parastina mafên zarokan e, wek mafên zarokan ji bo xwendin, perwerdekirin, jiyaneke bi ewle jiyan bikin û di nava civakek aram de jiyan bikin. Karê herî sereke ku Rêxistina Stêrk dike avakirina Komînên zarokan e, di hundirê van komînan de em şopandina rewşa wan zarokan dikin. Weke rewşên wan yên malbatê, civakê û yên derûnî.”
‘Zarok di riya koçberiyê de gelek tişt jiyan kirin’
Jûlya Xelo bal kişand ser êrîşên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şopandina zarokên Koçber û parastina mafên wan û wiha berdewam kir: “Di 27’ê Mijdara 2024’an de gelek êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn û bi taybetî li ser kantona Şehbayê. Koçberên ku ji bajarê Efrînê Koçberî Şehbayê bûn, ji êrîşên dewleta Tirk yên bê navber neçar bûn ku koçberî kantona Cizîrê bibin. Di riya koçberiyê de gelek zarok rastî tundî û pinpêkirinan hatin kirin. Zarokên ku li pêşiya çavên wan dayik, bav, bira û xuşkên wan hatin qetilkirin, gelek bandor li derûniya wan kir. Em jî weke Rêxistina Stêrk bi karê xwe ve rabûn û me parastin û şopandina wan zarokan kir. Qafîleyên koçberan yên ku derbasî kantona Cizîrê dibûn alîkarî gelek ji wan re hatin kirin, weke cilên zivistanî hatin peydakirin û li wan hatin belavkirin. Piştî demekê komîn ji wan zarokên koçber re hatin çêkirin û di wan komînan de şopandina wan hatin kirin. Perwerdeyên xwendinê me ji wan re amade kir, hin zarokên ku gelek bûyerên bi êş bi wan re derbas bûne, komîteya me ya ku li ser rewşên psîkolojî disekinin bi wan zarokan re rûdinin û wan tedawî dikin ku ji wan bûyeran tedawî bibin û rewşa wan baş bibe. Semînerên hişyariyê jî ji wan re tên dayin. Em ê hertim bibin piştgirên van zarokan.”
‘Deriyên me ji zarokên Durzî re jî vekirî ye’
Jûlya Xelo diyar kir ku ew weke Rêxistina Stêrk wê hertim destek bidin zarokan û wiha bi dawî kir: “Em weke Rêxistina Stêrk her tim destekê bidin van zarokan ku ji rewşên ne baş xelas bibin. Em ê çalakiyên cûrbecûr ji wan re li dar bixin. Wan derxin kolanan, parkan, wan bibin cihê melevaniyê ku li wir fêrî melevaniyê bibin. Semînerên hişyariyê ku xwe ji nexweşiyê biparêzin li tenduristiya xwe miqate bin, bi malbatên wan re hevdîtin werin kirin ji bo şopandina rewşa wan a di hundirê malbatê de. Niha herî dawî jî em dibînin şerê ku li Suweyda tê meşandin û êrîşên pir dijwar li ser wan tên kirin. Gelên wê derê bang li hêzên QSD’ê kirin ku alîkariyê bidin wan û weke riyekê ji wan re vekin û di wê riyê de berê xwe bidin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di wê dema ku koçberî ji aliyê pêkhateyên Durzî ve çêbin, em weke rêxistina Stêrk hazir in ku hemû pêdiviyên wan werin pêkanîn û parastina wan zarokan bikin. Deriyê Rêxistina Stêrk ji hemû zarokan re vekirî ye.”