Li Urmiye krîza avê kûr dibe

Li bajarê Urmiya krîza avê gihaye asta alarmê. Barajên Mahabad, Bukan û Hasanlû çavkaniyên avê, derya û kaniyên xwezayî hişk bûne yan jî kêm bûye. Gelê eyaletê ne tenê ji kêmbûna avê, ji kalîteya avê jî nerazî ne.

VIYAN MEHRPERWER

Mahabad – Êdî çav fêrî dîtina hewzên vale dibe û krîza avê ya li Îranê divan rojan de di nûçeyan û fikarên gel de di rêza destpêkê de cih digre. Êdî Urmiye ku wek bajarê ku di aliyê avê de dewlemende, êdî gihaye nêzî xala vê krîzê. Rewş halek wisan girtiye ku, ava di bendavan de, çandiniya li ser avê, lawirvanî, bandor li pêkanîna pêwîstiyên bingehîn ên welatiyan kiriye. Ji Serdeşt heta Maku bajarên eyaletan rûbirûyî pirsgirêkên xwegihandina avê û dem dem bi qûtbûnê dibin.

Bê bername û dem dem qûtbûn

Di jiyana rojane de bê avî gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ev rewş êdî li bajarê Urmiye û gundan dem dem tê jiyîn. Berê jî li cihê wek Mahabad, Urmiye, Serdeşt, Xoy, Bokan, û gundên nikarin xwe bigihînin avê hê zêdetir bêpar dimînin. Çandinî û lawirvanî jî rojên zor derbas dikin. Lê belê li bajarên wek Urmiye, Pîranşar, Bukan, Şîno, Nexde ev pirsgirêk bandor li jiyana rojane ya gel kiriye.

‘Av gelek kêm e’

Semîra S. a ji bajarê Şîno têkildarî qûtbûna avê wiha dibêje: “Her şev li taxên Şîno çend saetan av qût dibe. Ev çend roje jî av gelek kêm tê. Hinek rojan bi temamî av qût dibe. Mirov ji bo ava jê mizgeftê ku girêdayî kaniyek ya xwezayî ye bigrin dikevin rêzê.”

‘Ji nîvro heta êvarê av tune ye’

Hunya H ku li taxa Fecir a Urmiye dijî ji matorên zêde yên avê û di heman demê de qutbûna av û kehrebeyê neraziye û got: “Av gelek kême. Mirov neçar mane matorên avê bikirin. Lê belê dema kehrebe qût dibe mator jî naxebitin û cardin avê nayê. Wê demê ava yên ku mator naxebitînin zêdetir dibe, lê belê bi gelemperî ji 12’ê nîvro heta 6’ê êvarê av nîne.”

‘Di vê germê de bê avî gelek zor e’

Derya F. ku li Bukanê dijî wiha got: “Ev demek dirêje em ji bo peydakirina avê pirsgirêkan dijîn. Ava ku di beraja mezin a Bokanê nadin me , tê dayîna bajarên sanayî yên Tebrîz. Av kêm e, lê belê bi awayek bê xeber av qût dibe. Di vê germê de bê av jiyan gelek zore.”

Li bajarên wek Piranşar, Maku, Xoy û Mahabad raporên têkildarî qûtbûna avê û kêm avî, nîşan dide ku di gelemperî eyaletê de ev pirsgirêk belav bûye.

Nebûna ava paqij a vexwarinê

Li gelek bajarên eyaletê nebûna xwegihandina ava paqij, gel dixwe zoriyên mezin û gefê li tenduristiya wan dixwe. Gelawêj M ku ji Serdeştê ye ji ber qirêjiya ava vexwarinê neraziye û got: “Dema kehrebe qût dibe, kalîteya ava palandî jî dadikeve. Dem dem av kêm dibe yan jî bi temamî av qût dibe. Av qirêj û heriye, di rewşa nayê bi karanîn deye. Ji neçarî ji çavkaniyên xwezayî yên çiya em avê dihilgirin, lê ew jî piranî hişk bûne. Bendav jî hema bêje bê ave.”

‘Av nayê bikar anîn’

Li Nexde jî bi salane ji ber hişkbûna avê, gel neçar mane di malên xwe de bîran bikolin. Ava mislexê ji derveyî vexwarinê di karên din de tê bikaranîn. Xetîce S. da zanîn ku êdî bajar jî rû birûyî pirsgirêkên avê e û wiha got: “Ava mislexê nedihat vexwarin, niha herî jê tê. Di piranî malan de bîr hene, lê belê dema kehrebe qut dibe nayê bi karanîn. Li hinek hêrêman bîr jî êdî av nadin.”

Li eyaletê krîza cidî ya avê

Rayedarên hikumetê hewl didin krîza avê bi zêdebikaranîn gel û guherîna av hewayê ve girê bidin. Di demên dawî de pilana ku kota ya avê tê nîqaşkirin. Lê belê li gorî pisporan faktora herî mezin ya bê aviyê di sanayî de zêde bikaranîn, înşaatên beraj, berjewendiyên aborî û rêveberiya ku ne zanistî ye.

Niha rewşa Mahabad, Bukan û Hasanlû wek acil tê pênasekirin. Çavkaniyên avê, derya û kaniyên xwezayî hişk bûne yan jî bi awayek cidî kêm bûne. Ji ber wê ava deryaya Mahabad li gorî salên din ji sedî 90 kêm bûye. Ev tablo rewşa avê ya eyaletê nîşan dide ku gihaye asta krîzê.