‘Jina rêxistinkirî û azad garantiya avakirina civakek ehlaqî û polîtîk e’
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Kurdê Xebat derbarê girîngiya xweparastinê ya ji bo jinan de got ku "Jina rêxistinkirî û azad garantiya avakirina civatek exlaqî û polîtîk e."

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Di sedsala 21'an de, jin bi gelek binpêkirin û êrîşan re rûbirû dimînin û herî zêde ew dibin hedef. Ji ber vê yekê xweparastin ji bo wan stûnek bingehîn e û di têkoşîna rizgariya jinan de mijarek girîng, pêwîst û bingehîn e. Xweparastin û rêxistinkirin ji bo parastina xwe ya di warên siyasî, rewşenbîrî, leşkerî, civakî û fîzîkî de ji bo jinan rêbazek girîng e.
Xweparastin ne tenê li dijî êrîşên leşkerî an fîzîkî ye, di heman demê de li dijî şîdeta navmalî û civakî ya li dijî jinan, li dijî destdirêjî û aboriyê ye û ji bo parastina mîrateya çandî ya jinan a di tevahiya dîrokê de ye. Li gor ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin di dîrokê de yên pêşîn bûn ku ji azadiya xwe hatin dûrxistin, ew yên ku bi bilindbûna baviksalarî û dewleta neteweyî re azadî û xwerêveberiya xwe winda kirin e.
Ev tê wê wateyê ku xweparastina jinan ne vebijarkek, pêdiviyek e ji bo parastin û azadkirina jinan a ji zilm û koletiya ku bi hezaran salan li dijî wan hatiye meşandin. Xweparastin berdewamiya têkoşîna jinan û rizgariya civakê garantî dike. Ev yek di rola pêşeng a jinan a di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û avakirina hêzek taybet ji bo parastina jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar e.
Bi hêzdarkirina parastina jinan têkbirina koletiyê
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a li bajarê Kobanê Kurdê Xebat derbarê girîngiya xweparastinê ya ji bo jinan de nêrînên xwe bi me re parve kir. Kurdê Xebat destnîşan kir ku xweparastin ji bo jinan pir girîng e û wiha got: “Ji ber ku em şahidiya serdemekê dikin ku dikarin wek serdemeke dijminatiya li dijî jinan li Kurdistan, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi nav bikin. Di encamê de jin di hemû aliyên çandî û zimanî de hatine qetilkirin û mafê wan ê îfadekirina nêrînê ji wan hatine stendin. Cidiyeta vê qonaxê pêwîstiya rêxistinkirin û yekkirina nêrîn û ramanên hemû jinan diyar dike.”
Xetereya sîstema baviksalar
Kurdê li ser xeteriya feraseta baviksalar a ji bo jinan rawestiya û got ji ber ku feraseta baviksalar û ramana civakî dijminatiya jinan dike û hewl dide raman, nêrîn û nasnameya wan ji holê rake. Kurdê got ku “Sîstema gerdûnî ya serdest ji bo înkarkirina îrade û nasnameya jinan dixebitin. Ji ber vê feraseta baviksalar a ku ev pergal li ser hatine damezrandin dijminatiya jinan, doza azadiya jinan û xwezayê dike.”
'Piştî jinan, xweza û civak wê ji holê bên rakirin'
Kurdê Xebat da zanîn ku armanca din a sîstemên baviksalar ên cîhanî wêrankirina xwezayê ye û wiha pêl da axaftina xwe: "Sîstemên dijminê azadiya jinan bi riya kuştina jinan, êrîşa li ser wan, jiholêrakirina îrade û nasnameya wan ji hebûnê tên bicîhanîn. Ji ber vê jin di vê qonaxê de ji her alî ve rastî şerek tirsnak tên. Ev şer bi awayekî pir kûr li dijî jinan û xwezayê tê meşandin. Armanca wan di vî şerî de wêrankirina xweza û jinan e û bi vî rengî ew ê civakê bi tevahî wêran bikin, ji ber ku pira bingehîn a ku xweza û civakê diparêze, raman û azadiya jinan e. Hebûna tevgera rizgariya jinan ku li dijî van rejîman şer dike da ku mafên jinan misoger bike, gaveke girîng û erênî ye. Lê ji bo ku em bikaribin li dijî vî şerî şer bikin, divê em jin xwe birêxistin bikin. Ev rêxistin jî ji malbatê destpê dike. Ji ber ku feraseta baviksalar ji malbatê dest bi kontrolê dike."
‘Bi rêxistin û hişmendiyê vîna jinan dê biserkeve’
Kurdê Xebat bal kişand ser rewşa jinan a li Sûriyeyê, bi taybetî jî li Suweyda û deverên peravê jî. Kurdê got ku jinên li Suweyda û peravê piştî hilweşîna rejîmê di rewşeke trajîk de dijîn û ji aliyê desthilatdarên heyî ve bi gelek binpêkirin, neheqî û koletiyê re rûbirû dimînin. Kurdê destnîşan kir ku armanca rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji van binpêkirinan, jiholêrakirina îradeya jinan, jiholêrakirina civakên Elewî û Durzî ye û wiha pê de çû: “Ev plan biser ket, ji ber ku jinên li wan deveran nikarin xwe biparêzin û nekarîn xwe birêxistin bikin. Lê belê li herêmên me kes dê nikaribe nasnameya jinan bişkîne an jê bibe. Ji ber ku em rêxistinkirî ne û hêza me ji hêla yekîneyên leşkerî yên jinan ve tê temsîlkirin û em xwedî şiyana bingehîn in ku xwe biparêzin.”
'Xweparastin ji malbatê destpê dike'
Kurdê Xebat tekez kir ku parastina bingehîn ne tenê parastina xwe ya ji aliyê leşkerî ve ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo her jinek, parastina ji koletiyê û ferasetê, ango parastina raman, çand û parastina xwe ya ji ramanên civakî yên kevnar, gelek girîng e. Ev jî bi rêxistinkirina xwe û xebata ji bo pêşxistina jinan a di nav civaka wan de pêk tê. Wateya parastina bingehîn ne tenê hilgirtina çekê ye. Jina ku dixwaze xwe biparêze, divê li dijî feraset û îdeolojiya mêran şer bike ku wê li malê û di malbata xwe de kole dike. Piştre divê ew derbasî cihê kar û civakê bibe. Her wiha mêran perwerde bike ku rêzê li jinan bigire û zarokên xwe li ser wekheviya zayendî perwerde bike.”