Konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

‘Konferansa yek helwesta ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ bi beşdarbûna zêdetirî 400 delegeyên ji pêkhateyên Bakur û Rjhilatê Sûriyeyê pêk tê, dest pê kir.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Bi hevre ji bo pirrengiya ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava bike” ‘Konferansa yek helwesta  ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ destpê kir.

Nêzî 500 delegeyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr, Êzidî, Turkmen û Çerkes bi cil û bergên xwe yê folklorî beşdarî konferansê bûn. Konferans li Hola Çand û Hûnerê ya li Xwêran tê lidar xistin.

Di despêka konferansê de axaftin ji aliyê  Rêvberiya Xweser a Demokratîk a kantona Cizîrê, Hevseroka Kantona Cizîrê Vîviyan Baho Osî, Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed  û Hevseroka Encumana Sûriya Demokratîk Leyla Qehreman û bi navê Encumana Jinan a Bakur û rojhilatê Sûriyê jî Emîna Omer were kirin.

Di konferansê de wê li ser reşnivîsa ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatiye amadekirin, nîqaş bên pêşxistin û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Komîteya amadekar a ji 20 kesên ji parêzgehên cûda yên herêmê pêk tê ji meha Hezîranê ve wekî insiyatîfa civakî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û dest bi amadekarina konferansê kiribûn.