Li Sûriyeyê revandina jinên Elewî ya bi rêya kemînan

Li Sûriyeyê, bi taybetî li deverên wek Tartûs, Lazkiye û Hemayê yên Elewî lê dijîn, komên çete li cihên herî qelebalix bi wesayîtan disekinin, xwe mîna wesayîta giştî nîşan didin, gava ku jin li van wesayîtan siwar dibin, wan direvînin.

Navenda Nûçeyan – Di sala 2011’an de li Sûriyeyê ji destpêkirina pevçûnan ve, welat veguherî sahneyek têkoşînê ya siyasî, mezhebî û jeopolîtîk û di van pevçûnan de bedêla herî mezin bû para sivîlan. Di nava sûcên ku di vê pevçûnê de hatin kirin de, revandina jinan mîna yek ji binpêkirinên herî hovane yên li dijî rûmeta mirovahiyê derket pêş.

Bingehên îdeolojîk ên rêxistinên cîhadîst ên li Rojhilata Navîn, ne tenê lêgerînek desthilatdariyê ya siyasî an jî mezhebî ye; di heman demê de navê şerekê bipergalî ya li dijî jinan, hebûna wan a civakî û bîra wan a dîrokî tê meşandin e. Qirkirina jinê, yek ji qeyranên avahîsaziyê yên herî kûr ê modernîteya kapîtalîst e û li Rojhilata Navîn bi bilindbûna feraseta cîhadîst re van qirkirinan rasterast şêweyekî rêxistinkirî qezenc kir. Ev têgihîştina ku jinê ne mîna kevirê bingehîn a civakê, mîna gefek dibîne; jinan tenê mîna hebûnek biyolojik, mîna kirdeyek a hêza îrade û berxwedanê ya civakê hildigre jî, hedef digre. Îro li Sûriyeyê bi awayekî pergalî revandin, îşkencekirin, windakirin an jî destdirêjiyşa li dijî jinên Elewî û Durzî, ne tenê encamek şer e; mînaka herî şênber ya hewildanên bi zanebûn û rêxistinkirî ya tûnekirina azadiya jinê ya avahiyên îdeolojîk ên dijmina jinan e jî.

Di hedefa çeteyên cîhadîst de ne tenê bedana jinê, bîra civakî û nasnameya etnîkî û olî ya jin temsîl dike jî heye. Ev rewş, ne tenê li dijî jinan, divê mîna perçeyek mekanîzmeyek qirkirina kolektîf ya li dijî tevahî civakan, bê nirxandin.

Hedefgirtina Elewiyan

Bi taybetî jinên Elewî, ji ber pêwendiya mezheba xwe ya bi rejîma desthilatdariyê re bala çeteyên cîhadîst kişandin û ev rewş wan anî hedefa tolhildanê ya çend komên çeteyan. Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed, endamê mezheba Elewî yê kêmneteweyek olî ya ku bi qasî ji sedî 10-15’ê nifûsê pêk tîne ye. Ji ber ku bi dehan salan rejîma Elewî saziyên dewletê û amûrên ewlehiyê kontrol kir, ev bû sedem ku di navbera gel û di aliyê siyasî de rejîm û mezhebê de tevliheviyek berfireh derkeve holê. Ev tevlihevî, ji aliyê hinek komên muxalif ve ji bo hedefgirtina sivîlên Elewî mîna hincetek hat bikaranîn.

Bi dijwarbûna pevçûnê re, bi taybetî li herêmên tevlihev ên mezhebî yên mîna gundewarên Humus û Lazkiye, jin û zarok jî di nav de li dijî sivîlên Elewî bûyerên revandin û komkujiyên girseyî hatin tomarkirin. Ev bûyer, mîna tolhildana hin komên çekdar ên ji bo tiştên wek “sûcên” rejîmê dibînin, pêk hat. Di tebaxa 2013’an de komên çekdar, li dijî gundên li gundewarê bakurê Lazkiye ya bi gelemperî Elewî lê dijîn, êrîşek berfireh dan destpêkirin. Ev êrîş, wek yek ji bûyerên herî zelal hatiye belgekirin tê qebûlkirin û di vê êrîşê de zêdetirî 100 jin û zarokên Elewî hatin revandin.

Ev êrîş, ji aliyê rêxistinên komên mîna “Eniya Nusra" û “Lîwaya Ensar El Şam” jî di nav de gelekan ve hatin lidarxistin. Jinên ku hatin revandin, di muzakereyên guhertina rehînan de mîna rehîn hatin bikaranîn û hinek ji vana bi temamî winda bûn. Neteweyên Yekbûyî, van bûyeran mîna “sûcên şer” pênase kir. Di vê çarçoveyê de jinên Elewî yên hatin revandin, ji bo berdana sivîl û şervanên muhalif ên di herêmên dorpeçkirî de tên girtin, mîna koza bazarê hatin bikaranîn. Hinek ji vana piştgî esareta bi salan, hatin berdan.

Gelek binpêkirin hatin belgekirin

Raporên mafên mirovan ên navneteweyî yên mîna Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan û Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê, gelek binpêkirinan belge kirin. Ev binpêkirin wiha derbasî raporan bûn:

"Îşkencekirina jinên hatine revandin, bikaranîna wan a wek rehîne, di hinek bûyeran de pêkanîna tundiya zayendî, bi salan windabûyina bi sedan jinan û hedefgirtina jinan, ne li ser bingeha rolek leşkerî an siyasî, pêkhatina li ser bingeha nasnameya mezhebî ye.”

Di civakên girtî de, bi awayek neyînî nêzîkî jinên ku hatine revandin, jinên rastî destdirêjiyê dibin. Gelek malbat, aqûbeta keç û dayîkên xwe nizanin. Ev rewş di gelek malbatan de bû sedema wêraniyê. Ev bûyer, dabeşbûna mezhebî kûrtir kir û hestên tolhildanê zêdetir kir. Her wiha ev bûyer, di medyayê de ji bo rewakirina bikaranîna hîn zêdetir tundiya dijber hatin bikaranîn.

Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, revandin û êrîşkirina sivîlan, ji aîdiyetên mezhebî û siyasî serbixwe, mîna sûcê şer tên hesibandin. Lê belê ji fraksiyonên tundrew ên Artêşa Azad a Sûriyeyê bigre heta çeteyên mîna “El-Nusra” û “DAIŞ’ê” kesên ku berpirsiyarên van sûcan in, hesab nedan.

Revandina jinên Elewî ya li Sûriyeyê, mînakek trajîk e ku diyar dike çawa ji rotaya siyasî ya bipevçûn derdikeve û veguhere tundiyek kor a mezhebî. Parastina mafên mirovan nikare bibe vebijêr û tu alî nikare bi tu hincetê ji bo sûcên li dijî sivîlan mafdar bê nişandan. Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, pêwîst e ji bo eşkerekirina aqûbeta jinên hatine windakirin û nasnameya wan çi dibe bila bibe berpirsyargirtina sûcdaran hewldanên xwe zêde bikin.

Nêzî 50 jin û zarokên keç ên Elewî hatin windakirin

Pevçûnên ku di meha Adara 2025’an de li peravên Sûriyeyê hatin jiyîn, ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve bû sedema komkujiyên li dijî Elewîyan û ev yek jî bûyerên revandinê zêdetir kir. Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad, di bûyerên windabûnê de zêdebûnek diyar hat tomarkirin. Hate ragihandin ku li Tartûs, Lazkiye û Hamayê yên parêzgehên peravî, 33 jin û zarokên keçên Elewî yên temenên wan di navbera16 û 39 salî de, winda bûne.

Hate ragihandin ku jinên zewicandî, dayîk, kesên temenê wan di bin 18 salî de û xwendekarên dibistanê di nava rojê de hatine revandin. Hinek jin û zarokên kêç ên hatine revandin ev in:

*Abîr Suleyman a 29 salî, di 21’ê Gulanê de li Safîtayê winda bû. Kesên revandin, 15 hezar dolar fîdye xwestin û piştre ji Iraqê telefonek hate kirin, lê heta niha aqûbeta wê nayê zanîn.

*Zeynep Gadîr a 17 salî, di 27’ê Sibatê de li Lazkiyê hat revandin û heta niha aqûbeta wê nayê zanîn.

*Huzama Nayîf a 35 salî, di 18’ê Adarê de li gundewarê Hemayê hat revandin û piştî 15 rojan li beramberî hezar û 500 dolar hat berdan.

Di nava bûyerên revandinê de, kesên ku bi daxwaza fîdyeyê rastî gefan dihatin bû; ev daxwaz ji hezar û 500 heta 100 hezar dolar diguhere û îhtîmala ku hinek jinan birine derveyî Sûriyeyê heye.”

Rêbaza revandinê

Di revandina jinên Elewî de rêbazek hêsan tê bikaranîn; bûyerên revandinê di nava rojê de li cihên herî qerebalix pêk tên. Rêbaz, lêdana li cihê ku “qurban” qet ne li bende ye. Bi gelemperî wesayîtên veguhestina giştî tên bikaranîn. Di nav de jinên girêdayî çeteyên revandinê cih digrin. Wesayît, di cadeyek qerebalix de hêdî hêdî diçe û dema mirov li navên cihê wesayît biçe dinhêrin, jinên girêdayî komên çeteyan jinên ku berê xwe didin van navan, dişopînin. Mirov bi gelemperî li navên cihê wesayît diçe dinhêrin û dema tên cihê dixwazin herin, zimanê bedana wan diguhere. Çete bi gelemperî jinek xweşik hildibijêrin û wesayîtê li ba wê radiwestînin. Jin bi fikra wesayîta veguhestina giştî bi dilê xwe siwar dibin û hebûna jinan a di wesayitê de hêz dide wê. Ger jin dudilî bike, jinên li hundir gazî wê dikin. Dema jin bibêje diçe cihêk din, bi zimanê xweş dibêjin “li ser rêya me ye, emê tê bibin.”

Heman rêbaz, di taksiyan de jî tê bikaranîn. Taksiyek asayî, bi gelemperî zarokek keç cih digre, li cihên herî qerebalix disekine. Jin bi daxwaza xwe siwar dibin an jî ji aliyê jinên din ên taksiyê ve tên cesaretkirin.

"Li hêviya wê nesekine, li hêviya xwişka xwe nesekine… ewê êdî venegere.” Ev gotin, di telefonek li ser whatsapê de ji malbata jina bi navê Abîr re hat gotin. Abîr, di 21’ê Gulanê de li kolanên Safîtayê ya Sûriyeyê winda bû. Abîr, yek ji herî kêm 33 jin û zarokên Elewî yên temenê wan di navbera 16 û 39 salî de yên ku îsal li Sûriyeyê di nav aloziyên piştî hilweşandina Serokê berê Beşar Esed de hatin revandin an jî winda bûne ye. Li gorî malbatên wan, ev jin û zarokan an hatin revandin an jî winda bûn.

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî, lêkolînên ku derbarê çend bûyeran de berdewam dike, piştrast kir. Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric, da zanîn ku derbarê raporan de "fikareke kûr" dijîn û destnîşan kir ku hedefgirtina her mezhebek, binpêkirineke cidî ya qanûna navneteweyî ye.

Hate diyarkirin ku lêpirsîn bi Komîsyona Mafên Mirovan re di nava koordînasyonê de tê meşandin. Lê, berteka rayedarên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, piraniya dozan mîna "pirsgirêkên malbatî" an jî "reva bi dil" tê pênasekirin û wan mîna revandin nabîne. Rayedaran, îdiaya kampanyayek pergalî red kirin û hinek dozan bi sedemên malbatî an jî civakî ve girêdan. Van hemûyan, di nava jin û malbatên Elewî de her tim tirsek ava kir; ev tirs, bûye sedem ku hin ji wan zarokên xwe yên keç neşînin dibistanê an jî di malê de dîl bikin. Hin rayedaran, bûyerên revandinê mîna “çîrokên çêkirî yên armanc dikin ewlehî û ahenga mezhebî têk bibin" pênase kirin û îdia kirin ku piraniya bûyerên windabûnan ne revandin e. Hinekan, diyar kirin ku wê senaryoya DAIŞ’ê ya li dijî jinên Êzîdî dubare bibe, ango di mijara xeteriya koçberiya bi darê zorê an jî bazirganiya zayendî de hişyariyan dan.

Tê payîn ku NY dê lêkolînan bişopîne

Parêzvan û aktîvîstên mafên mirovan, bi dozên ku ji aliyê France 24 û rêxistinên herêmî ve hatine eşkerekirin, banga daxwaza lêpirsînên cidî, parastinek rast û hesabdayîna kesên berpirs dikin. Dema balê dikşînin ser rola civaka navneteweyî, tê payîn NY lêpirsînan bişopîne û ji bo mîsogerkirina parastinek rast û tazmînkirina mexdûran, zextê li rayadaran bike. Li Sûriyeyê revandina jinên Elewî, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma berê bi kêmbûnek cidî ya ewlehiyê re, dibe pirsgirêkek cidî ku gef li tevna civakî dixwe. Pirsgirêka heyî xwedî du karakteran e: daxwazên madî yên bi armanca kedxwarî û zêdebûna aloziyên mezhebî. Rêxistinên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan; divê demildest ji bo parastina sivilan û bi taybetî jinan, pêşîgirtina veguherîna qeyranê ya karesetek mirovî, bikevin nav liv û tevgerê.