‘Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên çapemeniya azad bin’

Bi boneya salvegera şehadeta têkoşer Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de li Mexmûrê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû, rojnamevan Qeder Kar ji ajansa me axivî û got: “Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên çapemeniya azad bin.”

BERJÎN KARA

Mexmûr – Ew bû mînaka jina têkoşer, qehreman û lêgera heqîqetê ya gelê Kurd. Ew ji bo berxwedan û têkoşîna wargeha penaberan a Mexmûrê bû dengê heqîqetê. Ji zarokatiya xwe heta kêliya şehadeta xwe li pey rastî û heqîqetê bû. Bi her cûre zehmetî û êşan re şer kir, liberxwe da û têkoşiya. Êşa ku gelê wê kişandî ji xwe re kir hêza têkoşînê. Belê, beriya 11 salan mîna îro rojnamevan û têkoşer Denîz Firat, ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser wargeha Mexmûrê ji giştî cîhanê re ragihîne, di encama êrîşa çeteyan de şehîd bû.

Dema ji her şêniyek wargehê, ji zarok heta kalê wargehê pirsa Denîz Firat dikî, dibêjin; ‘Heval Denîz di rih de her tim li gel me ye, ew şehîda me ya nemir, ew serkeftina me ya li dijî çeteyan, rûkeniya me û ronahiya heqîqeta me bû û wê hertim wisa bimîne jî.’ Denîz, bi mîrasa têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, ji bo tevahî jinan û bi taybetî jinên rojnamevan ên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) dibe hêza serkeftin û xebatê.

Bi boneya salvegera şehadeta têkoşer Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de li Mexmûrê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, rojnamevan Qeder Kar ji ajansa me re axivî.

‘Ji biçûktî heta roja şehadeta xwe di nav têkoşînê de bû’

Qeder Kar di destpêka axaftina xwe de cangorî Denîz Firat bibîr anî û wiha got: “Heval Denîz, hem şoreşger, hem nivîskar û hem jî rojnamevan bû. Her wiha xebatên xwerêxistinkirina jinan dimeşand.  Ji biçûkahiya xwe heta roja şehadeta xwe di nav têkoşînê de bû. Her wiha di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Dema mirov qala kesayeta wê dike, hêza zarokatî, serkeftin, berxwedan û têkoşîna ku ji bo gelê xwe û taybet jinan meşandiye tê bîra mirov. Bi taybetî di dema ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê êrîşî gelê Kurd kirî de, kar û xebatên wê demê kirî tê bîra mirov.”

‘Heval Denîz ji bo bibe dengê jinê kar meşand’

Qeder, bal kişand ser xebatên têkoşer Denîz û ev tişt gotin: “Heval Denîz Firat dema kar û xebatên ragihandinê dike, ji gelek ajans, televîzyon û rojnameyan re kar û xebat dimîne. Wek mînak, ajansên Jinha, ANF, televîzyona Stêrk Tv, Radyoya Dengê Gel û gelek xebatên din. Heval Denîz dema 2013’an de li wargeha Mexmûrê kar û xebat dike, hewl dide êş û azarên ku gelê Mexmûrê di nav penaberiyê de jiyan kirine ji raya giştî re parve bike. Ango kar û xebatên xwe li ser vî esasî dide meşandin. Taybet di aliyê jinên ku êş kişandine, ku di penaberiyê de çi hatiye serê wan û serpêhatiyên wan ragihîne, kar dide meşandin.”

‘Hevalek dilnizm bû û heskirina wê ji herkesî re hebû’

Qeder Kar destnîşan kir ku Denîz Firat xwedî kesayetek çalak û wêrek bû û dinava civakê de pir dihat heskirin û wiha berdewam kir: “Kesayetek wisa bû ku bi kenê xwe, bi eleqedarbûna xwe ya bi zarok û jinan re dibû mînak û bi jinên ku êş kişandin re dibû yek. Dema heval Denîz li wargehê rojname derdixist û belav dikir, min wek kes wê demê dît û naskir. Rasterast me li gel jiyan nekir ji ber ku wê demê em zarokbûn û ne di karê ragihandinê de bûn. Hevalek dilnizm bû û heskirina wê ji herkesî re hebû. Dema rastî hev dihatin silav dida û bi keyfxweşî li gel mirov daxivî.”

‘Heval Denîz bi lehengî şer dişopand û bi raya giştî re parve dikir’

Qeder Kar qala êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an de li ser wargehê kir û diyar kir ku rojnamevan Denîz bi wêrekî ev şer dişopand. Qeder Kar wiha got: “Di 6’ê Tebaxê de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî wargehê kir û wargeh hat valakirin, heval Denîz wek jinek wêrek û leheng ev şer dişopand û bi raya giştî re parve dikir. Ev şerê ku li wargehê dihat meşandin, ji aliyê gerîlayên HPG, YJA-STAR û gelê wargehê ve hat şikadin. Di 8’ê Tebaxê de dema ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê dihat şikandin, heval Denîz di şer de birîndar dibe û dema ku dighînin nexweşxaneyê li wir dighîje asta şehadetê.”

‘Em ê heta dawî li ser şopa şehîdên xwe yên çapemeniya azad bin’

Qeder Kar diyar kir ku têkoşer Denîz ji bo xelkê wargehê mînaka serkeftin, wêrekî, jina têkoşer, şoreşger e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şer ne tenê bi çekê tê kirin, bi fikir, îdeolojî, pênûs û kamerayê jî tê kirin. Ango fikir û felsefeya ku mirov ji bo xwe esas digre ye. Ji bo ku em bighîjin armanca xwe ya azadî û serkeftinê, dibe şerê ku em li dijî çeteyên hov bidin meşandin. Wek rojnamevanên wargeha şehîd Rustem Cudî, em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe yên çapemeniya azad bin û em ê kar û xebatên wan bighînin serkeftinê.”