Şahidên komkujiya li Suweydayê: Neçar man cenazeyê li hewşa malê veşêrin
Nûr Telîa dayikek e ku kur û sê birayên xwe di komkujiya ku ji aliyê komên çekdar li Suwêdayê pêk hat de winda kirine. Ew cenazeyên wan ji tirsa ku piştî mirinê bê parçekirin, li baxçeyê mala xwe veşartin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Durziyên li bajarê Suwêda yê Sûrîyeyê rojên dijwar derbas kirin dema ku di 13'ê Tîrmehê de ji alîyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve di bin ala rêveberiya demkî de, rastî êrîşê hatin. Di van rojan de, nêzî hezar û 517 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de 300 darvekirinên bi komî û 560 kes hê jî winda ne.
Nûr Talîa di şeva êrîşên ser navenda bajarê Suwêdayê de hewl dida xwe bispêre ewlehiya ku jê re mabû. Hevjînê wê li derveyî bajêr bû û topên hawanê dijwartir dibûn. Birayê wê Cemîl gazî wê kir û got: "Were gel me, mayîna bi hev re dê tirsê kêm bike." Nûr çû mala malbatê, li wir bi dayîk, xwîşk û hevjînên birayên xwe re civiya. Şeveke dirêj û bi fikar bû. Wan ew di korîdora hundir a malê de dûrî pencereyan, derbas kirin û hewl dan ku xwe ji topên ku bênavber dibarîn biparêzin.
Cihê çêkirina şîrîniyan bû stargeha jinan
Nûr Talîa roja din bi malbata xwe re çûn dikana şîraniyan a wan li ser riya El-Raha, ku li wir jêrzemînek hebû ji xwe tê de veşartana. Lê topbaran zêde bû û tank gihîştin nexweşxaneyê. Nûr dibêje: "Em bi jinên ji gundê El-Mejdel, dayik û zarokan re bûn. Ji ber dijwarbûna êrîşan em bi otomobîlê derbasî dikan bûn. Em nêzî 25 jin bûn. Me tenê hewl da canê xwe xilas bikin, me tiştek din bi xwe re nekarî bibra."
Vegera bajêr riyek tijî mirin û dijwarî bû
Nûr Talîa da zanîn ku mêr û xort vegeriyan navenda bajêr, lê êrîş dijwar bûn û bi gulebaranan sivîl hedef digirtin heta nexweşxane ji ber êrîşan ji xizmetê derketibûn. Nûr Talîa wiha qala kêliyên bi êş ên ku hezkiriyên xwe tê de winda kiriye, kir û got: "Birayê min di nav gulebaranê de ajotina xwe domand heta ku gihêşt malê. Otomobîlên wan hat hedef girtin. Birayê min Besam di cih de jiyana xwe ji dest da, piştre birayê min Cemîl jiyana xwe ji dest da. Kurê min Amro jî bi giranî birîndar bibû, xwîn nedisekiniya û nexweşxane kar nedikirin. Ji ber vê ew jî jiyana xwe ji dest da."
Ji bo parastina cenazeyan di tarîtiyê de veşartin
Nûr Talîa da zanîn ku ji ber ditirsiyan ku cîhdîst û alîgirên wan êrîşî cihê bûyerê bikin, birayên wê yê sax mayî, neçar ma cenazeya bira û kurê wê di şevê de veşêrin û wiha got: "Ji ber tirsa ku cîhadîst cenazeyan bibînin û wan parçe bikin, birayê min ew li baxçeya malê bê merasîm û xatir xwestin, veşartin. Lê birayê min Wesîm ê ku bi wan re bû nedihat peydakirin, di dawiyê de ew li ser rê dîtin ku birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye. Ew jî li kêlek bira û kurê min li baxçeya malê hate veşartin."
Gora komî li baxçeya malê
Nûr Talîa ne tenê kurê xwe winda kir, her wiha sê birayên xwe jî winda kir, ku birayê wê ew li baxçeyê mala malbatê veşartin. Ne dem ji bo şînê hebû, ne jî cih ji bo xatirxwestinê, tenê tirs hebû ku piştî mirinê cenazeyên wan bên temsîlkirin.
Çîroka Nûr Talîa ne îstîsna ye, lê yek ji dehan çîrokên ku ji hêla jinên ku niha ji mafê şîna bi rûmet û mafê jiyana bi ewlehî tiştek din naxwazin, têne vegotin.