Pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ didome
Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de endamên jin ên Şaredariya Gel a Şengalê li Sinûnê civînek ji bo jinan pêkanî. Di civînê de armanc û hedefa pêngavê hat vegotin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 26’ê Çileyê de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ kampanya dabû destpêkirin. Di çarçoveya van kampanyayan de gelek çalakiyên wek civîn, semîner, belavkirina belavokan û hwd. hatin kirin. Pêngava ku TAJÊ daye destpêkirin rastî eleqeyeke pir mezin tê, bi taybetî jin eleqeyeke mezin nîşanî pêngavê didin.
Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de endamên jin ên Şaredariya Gel a Şengalê li Sinûnê civînek ji bo jinan pêkanîn. Di civînê de nameya Ocalan a ji civaka êzidî bi taybetî ji bo jinên êzidî şandibû hat xwendin. Di civînê de armanc û hedefa pêngavê û azadiya Ocalan çima bi taybet ji bo jinan girîng e, hat vegotin.
Ji hêla din ve jinên ku tev li civînê bûn jî destnîşan kirin ku ew piştî naskirina fikir û ramanên Ocalan xwe zan, perwerde û birêxistin kirine, ji bo azadiya xwe dest bi têkoşîneke dijwar kirine ku ev 11 sal in têkoşîna wan bênavber didome.
Piştî xwendina nameya Ocalan û niqaşan civîn bi dirûşmeyan bidawî bû.