Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeroja xwe nîqaş dikin

Di konferansa ku bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava bike” hat lidarxistin de beşdaran balkişandin ser zengîniya pêkhateyan û banga yekîtiyê kirin.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava bike” de konferansa bi navê ‘Konferansa Helwestê’ li hola Çandî hat destpêkirin. Cara yekem di dîroka mirovahiyê de bi tevlîbûna nêzî 500 delegeyên ji kesayetên çandî, olî, bawerî, civakî pêşengên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr, Êzidî,Turkmen û Çerkes bi cil û bergên xwe yên filklorî beşdarî konferansê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftina vekirinê li ser navê Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ji aliyê Vîviyan Baho Osî ve hat kirin. Vîviyan Baho Osî xêrhatina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Hebûn û kombûna we li vê derê wêneyek û peyamek xweş dide ku hevgirtin û yekhelwest wê siberojek azad û demokratîk ava bike. Ev deskeftiyek pîroz ji ked û berxwedaniya şehîdan hatiye mîsogerkirin.

‘Konferans gavek pêşketî ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî ye ‘

Piştre Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî û got: “Em bi xêrhatina we dikin û silavên germ ji malbatê şehîdan re dişînin. Kombûyîna hemû pêkhateyên Sûriyeyê cara yekem di dîrokê de û di qonaxek hesas re tê kirin. Konferans hemû netewan bi hev re kom dike û nîşana hevgirtin û yekhelwestê diyar dike. Qonaxa ku Sûriye tê de derbas dibe û siyaseta ku li ser pêkhateyên Sûriyeyê tê meşandin, bi gotinên nefretê û derxistina tevliheviyan  pêwîstiya wê bi hevgirtinek bi vî rengî heye. Jin rastî hemû cureyên tundiyê tê, ji bo wê dem hatiye ku ev tundî bi dawî bibe, were parastin û rola xwe di hemû qadên biryardayînê de bigre. Ev konferans  gavek pêşketî ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî û ne navendî ye.”

‘Hebûna jinê di cihê biryardariyê ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê girîng e’

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman jî tekez kir ku hevgirtin û yekrêziya gelan çareserî ye û wiha domand: “Bi navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk em lidarxistina vê Konferansê di qonaxek ku Sûriye tê de derbas dibe, pîroz dikin. Îro em li bajarê Hesekê bi mozayîka gelan kom dibin, em tekez dikin ku hevgirtina gelan û yek helwestê çareserî û hevgirtinek bi hêz e. Em nikarin behsa Sûriya nû bikin ger jin di cihê xwe yê sereke yê pêşengtî û biryardayînê de negre. Jin gelek bedêlên giran û tekoşînek dîrokî dimeşîne. Hebûna jinê ya di avakirkina siberoja Sûriyeyê de girîng û hesas e. Em gotinên nefretê yên li dijî pêkhateyan tên kirin şermezar dikin ku dixwazin bi van gotinan perçekirinê bikin nav hevgirtina gelan û Sûriyeyê ber bi kaosekê ve bibin. Em piştgirî didin hemû karên ku yekrêziya gelan dikin û banga pêkanîna peymana 10’ê Adarê dikin da ku em bi hevre Sûriyeke demokratîk ava bikin. Gelên Sûriyê hêja ne ku Sûriya xwe bi ked û nerîna xwe ya hevbeş ava bikin dûrî perçekirin û tevlihevî û qirkirinan. Em hemû kiryarên li dijî gelê Suweyda şermezar dikin û sûcekî li dijî mirovahiyê pênase dikin. Em bang li darxistina kongrek netewî li Sûrî dikin ku her kes cihê xwe tê de bigre û mafê xwe mîsoger bike.”

‘Pêwîstî bi hişyarî û hevgirtinek bi hêz heye’

Encumena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer tekez kir ku jin divê li hemberî siyaseta perçekirin û tevliheviyan tekoşîna xwe bilind bike û bibe bersiv û wiha berdewam kir: “Sûriye di qonaxek dîrokî re derbas dibe. Li ser xaka Sûriyê şerek qirêj tê meşandin. Gotinên nefret yên li dijî netewên Sûriyê pêk tê xeteriyek mezin e û li hemberî wê pêwîstî bi hişyarî û hevgirtinek bi hêz heye. Bi pêşengtiya jinan ji hemû pêkhateyên Sûrî dê ev siyasetên perçekirin û tevlihevî têk were û rê li ber şerê navxweyî bigre. Şoreşa jinê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hevgirtina gelan deskeftiyên pîroz li dar xist . Ji bo wê erka her jinek ku tekoşîna xwe bilind bikin û xwe bighînin her jinek da ku em xelekek ji feraseta Netewa Demokratîk ava bikin. Sûriya nû wê nikaribe li ser lingê xwe bisekine bê hebûna jinê di hemû qadan de. Daxwaza me ew ku kongreke netewî bi hebûna jinê û hemû pêkhateyan were lidarxistin da ku em Sûriyeke li ser bingeha hevgirtin û demokrasiyê ava bikin.”

 ‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê Sûriyeke pirrengî  û azad ava bikin ‘

Bi navê pêkhateyên Êzidî Hedya Şemo jî got ku ewê hemû bi hev re helwestê xwe nîşan bidin û rê nedin gotinên nefret û siyasetên perçekirinê da ku xwe ji komkujiyan biparêzin. Hedya wiha got: “Pêkhateyên Sûriyeyê bi hezaran salan bi hev re jiyan dikin, lê mixabin siyasetên qirêj dixwazin tevliheviyan derxînin û me perçe bikin. Peyama me ji vê konferansê ew e ku kes nikare xweşikbûna me xirab bike. Emê Sûriyeyê bi rengên pêkhateyan bixemilînin. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin.”

Konferans bi hilbijartina dîwanê ku ji 5 kesan pêk hat dewam kir.

Paşê bi riya dîmen kesayetên oldar yên Durzî beşdarî konferansê bûn û tekez kirin ku di Sûriyeyê de pêwîst e siyaset û ol ji hevdû were dûrxistin da ku her kes bikaribe jiyanek aram bijî.

Her wiha reşnivîsa ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibû amadekirin hat xwendin û li ser wê nîqaş hatin kirin.