‘Pirsgirêkên jinan ne bi şert û mercan ne jî bi bûyerek taybet ve girêdayî ne’

Rojnamevanên jin ên Tunisî, li ser 8’ê Adarê nirxandin kirin û diyar kirin ku divê pirsgirêkên jinan tenê bi nûçeyên sembolîk ve sînordar nebin.

ÎXLAS El-HAMRÛNÎ

Tûnis – Her sal, nîqaşên li ser rewşa jinan li Tunisê bi hatina bûyerên têkildarî mafên jinan, bi taybetî di 8’ê Adarê de gelek rojnamevan, çalakvan û pisporên medyayê yên jin tekez dikin ku divê ev pirsgirêk di siya nûçeyên rojane de nemînin.

Du rojnamevanên jin ên Tûnisî li hev kirin ku nûçeyên li ser mijarên jinan ne parastina komeke taybet e, parastina tevahiya civakê ye, ji ber ku pêşvebirina hebûna jinan di medyayê de nirxên wekhevî û edaletê xurt dike û piştgiriyê dide riya pêşketina civakî.

‘Pirsgirêkên jinan hevpar in’

Rojnamevan Huda El-Cuweynî û rêvebera radyoya civakî "Kabsa FM" ya li parêzgeha Gafsayê got ku pirsgirêkên jinan li Tûnisê li gorî çarçoveyên erdnîgarî û civakî diguherin. Her wiha da zanîn ku ew li ser gelek xalên hevpar dicivin û destnîşan kir ku jinên li deverên gundewar bi pirsgirêkên ku bi giranî bi şert û mercên xebatê di qada çandiniyê û lawaziya aborî ve girêdayî ne rûbirû ne.

 

‘Hewce ye medya balê bikşîne ser rewşa jinan’

Huda El-Cuweynî tekez kir ku pirsgirêkên jinan ne bi şert û mercan an jî bi bûyereke taybetî ve girêdayî ye, rastiyeke rojane ye, jin pê re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Divê çareserkirina wan di medyayê de were nîqaşkirin. Bi dayîna derfetan ji jinan re ev yek dikare were kirin, bikaribin nêrîn û ezmûnên xwe îfade bikin. Hewce ye ku bala medyayê li ser rewşa jinên karker ên di qadên ne fermî de, bi taybetî di qada çandiniyê de be ku şert û mercên wan bi salan e neguherîne, were danîn.”

Huda El-Cuweynî da xuyakirin ku ev mijar ne tenê di vê dema ku bûyerek taybet diqewimin de di demên hilbijartinê, yan jî di çarçoveya nûçeyên rewşê de werin rojevê lê divê bi berdewamî û periyodîk li ser wan were xebitîn û got: “Bi awayekî ku aliyên wan ên rastîn û bandora wan a rasterast li ser jiyana jinan û civakê werin ronîkirin. Nûçeyên rojane yên li ser pirsgirêkên jinan dibin alîkar ku wêneyek rasttir û cihêrengtir a rewşa jinan were pêşkêşkirin û dibe alîkar ku jin pir caran tê de têne kêmkirin werin şikandin.”

Rola medyayê ya di zêdekirina hişyariyê de

Huda El-Cuweynî destnîşan kir ku nûçeyên medyayê yên berdewam ên li ser mijarên jinan rojnamevanan nêzî rastiyên rojane yên jinan dike, alîkariya wan dike ku hûrguliyên jiyana xwe bi awayekî rasttir fam bikin. Di heman demê de çîrokên serkeftinê yên ku dibe nehatibin dîtin jî ronî dikin. Ev çîrok rola bingehîn a ku jin di warên cuda de dilîzin eşkere dikin.

Huda El-Cuweynî wiha dawî li gotinên xwe anî: ”Van nûçeyan di civakê de hişyariyê zêde dikin û piştgirî didin prensîba wekheviya rastîn di navbera jin û mêran de. Ev hişyarî dikare biryarderan jî ber bi pejirandina polîtîka û qanûnên wekhevtir ji bo jinan bibe rêber. Ronîkirina ezmûnên jinan dikare jinên din ku ew wan wekî "piraniya bêdeng" bi nav dike, teşwîq bike ku mafên xwe bixwazin û hebûna xwe di qada giştî de zêde bikin.”

Şîdeta sîber û dijwariyên rastiyê

Rojnamevan Tabra Şîbanî ji Radyoya Tûnisî ya li parêzgeha Medenînê bawer dike ku pirsgirêkên jinan li gundewar û bajaran tevî hinek cudahiyên di hûrguliyan de, di bingeh de dişibin hev û destnîşan dike ku tundî bi awayên xwe yên curbecur yek ji pirsgirêkên herî berbiçav e ku hewceyê bala medyayê ye. Tundî êdî tenê bi aliyên aborî, fîzîkî, yan devkî ve sînordar nîn e lê belê gihîştine qada dîjîtal ku li wir tundiya sîber bûye diyardeyeke zêde bandorê li jinan li bajaran û her wiha li deverên gundewarî dike. Rûbirûbûna van diyardeyan hewldanên hevbeş ên aktorên curbecur, di nav de medyayê jî hewce dike.


‘Medya dikare bibe alîkar ji bo pêkanîna qanûnan’

Tabra Şîbanî destnîşan kir ku gelek welat tevî Tûnisê di warê parastina mafên jinan de xwedî pergaleke yasayî ne lê zehmetiya rastîn di aktîfkirina van qanûnan de ye. Veguhestina berdewam a medyayê dikare bibe alîkar ji bo piştgirîkirina pêkanîna van qanûnan û zêdekirina parastina jinan û banga teşwîqkirina jinan. Nemaze yên ku di medyayê de hebûna wan têra xwe tune ye, bi azadî raman û pirsgirêkên xwe bînin ziman, piştgirî dike.

Tebra Şîbanî bi tekezkirina ku jin divê ne tenê bi wêneyek an jî bi quncikekî teng ê civakî ve werin sînordarkirin lê belê divê rola wan di warên curbecur de, di nav de meqamên biryardanê jî were naskirin gotinên xwe bi dawî kir.