Li Kerkûkê ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn

Li Kerkûkê ji bo 8’ê Adarê, semînerek li ser rol û jêhatina jinan hate dayîn. Her wiha xelatên rêzgirtinê pêşkêşî jinan hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li navenda rewşenbîrî ya Kerkûkê ji aliyê Yekitiya Jinên Kurdistan a Şaxê Kerkûkê ve bi amadebûna hejmarek çalakvanên mafên jinan, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek hat lidarxistin.

Di semînerê de Dr. Dunya li ser hêz û rola jinê ya di nava civakê de axivî û got: “Niha jinan di her alî de bi taybetî jî di aliyê siyasî de xwe dane pêş û daxwaza mafên xwe dikin. Ji berê de hertim cihek diyar yê jinan heye û tevlî xebatên şoreşê bûne.”

Her wiha di semînerê de Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistan a Şaxê Kerkûkê Dîmen Mihemed jî li ser dîroka 8’ê Adarê axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîrozkir.

Di dawiyê de jî beşdarvanan pirs û nêrînên xwe anîn ziman. Piştre jî Yekîtiya Jinên Kurdistanê xelatên rêzgirtinê pêşkêşî çend jinên ku karên dest dikin kir.