jinên Kobanê ji xweliya xwe vejîn bûn û bi her sanciyekê re biryarek dan
Li bajarê ku nefesa wê bûye berxwedan û rehjiyana wê têkoşîn e, jin pêşengiya vê rêwîtiyê dikin. Li Kobanêya ku jin pêşeroja xwe bi ked û xwînê dirêsin, bê navber ji bo ala serkeftinê têdikoşin.
Berçem Cûdî
Kobanê – Bawerî ji bo mirovan yek ji rêbazên watedayîna jiyanê ye. Ger ji bo mîsogerkirina vê baweriyê jî ked û xwîn were dayîn, êdî di asta ol û îmanê de bipêş dikeve. Em dikarin vê şiroveyê ji bo jinên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bikin. Jin tevî şert û mercan, paşverûtiyên civakî û êrîşên bê navber, ji azadiyê bawer kirin û ketin rêya têkoşîn û serhildanê. Eger em çavkaniya vê îdia û biryardariyê lêkolîn ango meraq jî bikin, tenê dikarim vê bêjim; jin ji bo azad bijîn ji dayîk bûne. Ger her jin vê rasiyê jî fam bike, dikare mûcîzeyan biafirîne. Jinên Kobanê jî mûcîze afirandin û dikaribûn rihekî berxwedêr, serhildêr û şerker ava bikin. Bê gûman ev bawerî jî di gelek ezmûnan re rû bi rû hatiye, bes jinan çi kir?
Her janek bû biryarek
Jinên Kobanê ku di dema hilweşandina Rêjîma Baasê de pêşengî kirin û serxwebûna şoreşa xwe ragihandin, destpêkê sînor qetandin. Piştre bi tecrûbeya berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ re mîrateyekî wiha qezenc kirin ku bû hêza dînamîk a şoreşa jinê. Bi vê re jin ji çarçoveya avakirin û rêxistinkirina saziyekê derketin, êdî di binê hiş û giyanê wan de rihê serhildanê yê ji bo mîsogeriya azadiyê weke çandekê bipêş ket. Teqeziya vê yekê jî di vê pêvajoya dawî ya êrîşên li ser şoreşa jin de xwe da der. Jinan xwe di vê pêvajoyê de di asta lutkeyê de bi zanista azadiyê dorpêç kirin, lewra jinên ku xwe bi raman, hest û hişmendiya azadiyê nas kirbin, hêza wan a afirîner a êşên xwe veguherandina hêz, xûrtir e. Lewra ji bo jinan êdî azadî ramaneke bê dawî ya jiyanê ye.
Ev ne felsefeya jiyana rasteqîn be çi ye?
Jinên Kobanê jî heman tişt kirin, bi her astengiyekê re ku êdî her kesî digot xilas, jinan digotin na! Kî dê keda ku da, êşa ku jiya, bedêlên hatin dayîn ji bîr bike? Rast e her êşek perçeyek ji mirov bi xwe re dibe, lê jinên Kobanê ji xweliya xwe vejiyan û bi her janek re, biyara azadiyê dan. Di dorpêça ku ev 40 roj in li Kobanê tê jiyîn de jin dibêjin; ma me bi qirkirina fîzîkî re dest ji têkoşîna xwe berneda, emê ji bo nebûna pêdiviyên jiyanê berdin? Di şexsê vê dayîkê de mirov hêza dayîkan a afirîner, çêker, jîndar, edalet û xwedî xîret dibîne. Hevokeke wiha ye ku rastiya têkoşîn û îsrarekê ronî dike, rastiya ol û baweriya jinan radixe ber çavan. Ma ev ne felsefeya jiyana reasteqîn be çi ye?
Li dijî dengên top û bombebaranê tilîliyên jinan
Jinên Kobanê li dijî feraseta qirkirin û êrîşên li ser nasname û hebûna xwe ya têkoşer, berxwedêr û azadîxwaz, bi her şêwazî liberxwe dan. Jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe seferberî raghandin, di her kolan û taxekê de mirov kombûn û hevgirtina jinan a li dora çirûskên agir didît. Dîmenekî wiha xwe raber dikir ku ew jin xwe ji xweliya wî agirî şîn dikin. Li ser milekî zarok, xwîşk û biryarên xwe hilgirtibûn û li ser milekî çeka xweparastin û rûmetê berz kirin. Li dijî dengên top û bombebaranê tilîliyên jinan bersiva herî pîroz bû, heta eger em bêjin gel moral û coş ji van tilîliyan digirtin, emê ne şaş bin.
Jiyana xwe bi têkoşînê re kirin yek
Bi taybetî di van rojan de ku 8’ê Adarê ango Roja Jinên Kedka Cîhanê tê pîrozkirin de, em vî rihî bi balkêşî li ser rû, tevger, hîs û sozên jinan dibînin. Dibe ku ev munasebet tenê rojek be, lê ji bo giştî jinên Rojavayê Kurdistanê ne wiha ye. Jinan dema biryara têkoşînê dan û ketin rê, hemû rojên xwe bi têkoşînê re kirin yek. Lewra jin her sal 8’ê Adarê weke wesîleyeke nûkirina biryara xwe digirin dest. Îsal jî ji ber têkoşîn û destkeftiyên jinan di lêpirsînê de ne, bersiv û pêşwazî pir cudatir in. Çawa ku jin amede ne ji bo ol û baweriya xwe û her tiştî feda bikin, di heman demê de xwe berpirsên destkeftiyên giştiyê şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî dibînin.
Baweriya me ji her deman xûrtire
Ji bo vê îsal jinên Kobanê ku di bin dorpêçeke giran de ne bi wesîleya 8’ê Adarê re dibêjin; Em gavan paşve navêjin, baweriya me ji her demê xûrtir e, emê bi serbilindî têkoşîna xwe dewam bikin û ferhengeke nû ya têkoşînê ji bo dîrokê bihêlin. Gotina ‘na’ ya jinan seyra dîrokekê guhert, raman û zanisteke nû ya azadiyê pêşkêş kir, lewra di pêşrojê de li benda mucîzeyan bin.