Ji bo girtiyên siyasî pîrozkirina 8’ê Adarê hate astengkirin
Pîrozbahiyên 8'ê Adarê ji bo Leyal Guven û girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dê tên ragirtin bi hinceta ‘Mevzuat’ê hate astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Leyla Guven û girtiyên din ên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dixwestin ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qadeke hevpar bicivin. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘Mezuatê’ ev daxwaz red kir.
Lê belê hat zanîn ku di heman girtîgehê ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê girtiyên edlî yên jin anîn cem hev.