Komkujiyên li peravên Sûriyeyê: Birînên vekirî û bîranînên xwînî ne
Jinên bajarê Suweydayê tekez kirin ku bûyerên li peravên Sûriyeyê di Adara 2025’an de bûne sedema xaleke werçerxê ya xeternak û riya tundiya mezhebî li Sûriyeyê vekirine.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Meha Adarê di bîranîna civaka Elewî ya li Sûriyeyê de qonaxeke bi êş e. Ji ber ku Elewî û Durzî di vê demê de rastî bûyerên xwînî hatin, piştî ku deverên mezin ên welat ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve hatin kontrolkirin.
Her ku salvegera yekem a komkujiyên li dijî civaka Elewî nêz dibe, rêzek binpêkirinên li dijî hemû kêmarên Sûriyeyê ji nû ve derdikevin holê. Di heyameke ku wekî yek ji serdema herî bi xwîn tê binavkirin de.
Bi hinceta alîgirên rêjîmê hatin kuştin
Piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ’ê desthilatdarî bi dest xist, gelek dever bûn qadên şer û tundiyê dest pê kir. Elewî yekem kes bûn ku rasterast bûn hedef. Li gorî şahidan gelek ji wan bi hinceta "bermahiyên rejîmê" hatin kuştin. Bi demê re, tundî ne tenê bi Elewiyan re sînordar ma, gihîşt Xirîstiyan û Durziyan li deverên weke Eşrefiya Sahnaya û paşê jî gihîşt Durziyên Suweydayê û bi êrîşên li dijî Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt lûtkeyê.

Bi Elewiyan dest pê kirin
Emal Xenim got ku tiştê qewimî ne tenê bûyerên wisa bi çend kesan bûn, destpêka serdemeke dirêj a tundiya mezhebî bû destnîşan kir ku bi Elewiyan dest pê kirine û dûre berfireh bûye, Durzî, Xirîstiyan û Kurdan jî di nava xwe de girt. Emal Xanim got: "Piştî ku HTŞ’ê li Sûriyeyê desthilatdarî girt destên xwe, welat veguherî gola xwînê û gelek Elewî bi hinceta ku bermahiyên rejîmê bûn hatin kuştin. Me daxwaza guhertina destûrî kir, ji ber ku me xwe weke beşek ji gelê vê welatî dihesiband lê bersiv kuştin bû, destpêka pêla tundiya mezhebî bû.”

Tundî heta niha didome
Rabîa El-Mutnî da zanîn ku heta roja îro jî li peravên Sûriyeyê binpêkirinên ewlehiyê yên pir caran çêdibin û ev binpêkirin ji destpêka pevçûnê ve nesekinîne. Rabîa El-Mutnî wiha axivî: ”Me digot qey tiştê ku diqewimî tenê demek kurt e û dê biqede lê tundiyê berdewam kir û xirabtir bû. Tecawiz, kuştin û tirs bûn beşek ji jiyana me ya rojane û tiştê ku li peravan diqewime li Suweydayê jî belav bûye, her roj binpêkirin û şehîd tên tomarkirin. Ew dixwazin nifşê nû tune bikin. Êdî dibistan û ewlehiya me tune ye. Em kêmar li hev dicivin ji ber ku êdî nikarin tiştên em pê re rûbirû dimînin tehemul bikin.”

’Li dijî terorîstan yekgirtin gelek girîng e’
Sumeya El-Yûsif a ji gundê Samî ye got ku komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên li dijî civaka Elewiyan bandoreke kûr li ser gel hiştine, ji ber ku Elewiyan di wan komkujiyan de gelek kurên xwe winda kirine û tekez kir ku hejmara miriyan ji 1400 kesan derbas bûye.
Sumeya El-Yûsif ev tişt li gotinên xwe zêde kir: ”Van bûyeran nîşan dan ku pêwistiya yekîtiyê di navbera kêmaran de li hemberî êrîşên ku hebûna wan hedef digrin, ji nû ve destnîşan kir. Em banga xurtkirina hevgirtinê di navbera hemû pêkhateyan de dikin. Ev dîrok di bîra me de maye û em ê qebûl nekin tenê bi peyva "kêmar" werin binavkirin. Elewî, Durzî û Xirîstiyan hevgirtiyên Sûriyeyê ne. Li dijî terorîstan hevgirtin gelek girîng e.”