‘Jinan bi keziyên xwe şoreşek nû li seranserî cîhanê da destpêkirin’

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Silava Simo tekez kir ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinan bi keziyên xwe şoreşeke nû dane destpêkirin.

RONÎDA HECÎ

Hesekê – 8’ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê, wekî qonaxeke dîrokî ya gerdûnî rêwîtiyeke dirêj a têkoşîna mirovahiyê li dijî şêweyên serdestî û cudakariyê vedihewîne. Ev roj ne tenê firsendeke pîrozbahiyê ya sembolîk e, kêliyek e ji bo hizirkirina rewşenbîrî û rexnegir li ser pergalên civakî û siyasî yên ku di serdemên borî de têkiliya civakê bi jinan re birêve birine û li ser asoyên rizgariyê teşe digrin. Têkildarî vê mijarê rêvebera Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Silava Simo nirxandin kir.

‘8’ê Adarê berdewamiya têkoşîna jinan e’

Silava Simo 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “8ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, roja têkoşînê ye, roja hebûna jinan û parastina destkeftiyên şoreşê ye. Ev roj bi hêsanî nehat; bi saya têkoşîneke dirêj hat û jin di wan salan de pêşeng û fedakar bûn. 8’ê Adarê rojek e ku têkoşîna jinan ji bo jiyana azad, bi rûmet û dadwer bi bîr tîne. Ji ber vê yekê, em 8’ê Adarê wekî berdewamiya têkoşîna jinan dibînin.”

‘Jinan wate û girîngiya 8’ê Adarê bi saya tevgera azadiya Kurdistanê fam kir’

Silava Simo di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan di hemû waran de hat meşandin, kokên xwe ji dîrok û berxwedana jinan digre û wiha anî ziman: “Em jinên Rojava, bi riya Tevgera Azadiya Kurdistanê dîroka 8’ê Adarê û wateya wê fêr bûn û bi riya wê me têgihîştina xwe ya li ser dîrok, nasname û hebûna xwe kûrtir kir. Ji ber vê yekê, em 8’ê Adarê weke rojek ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji êrîş û qirkirinê dibînin.”

‘Her roj ji bo jinan 8’ê Adarê ye’

Silava Simo bal kişand ser ked û berxwedana jinan di nava 15 salên şoreşê de û got: “Piştî têkoşîna bênavber a 15 salan, jinan her roj, 8’ê Adarê, li dijî zihniyeta otorîter a ku armanc dike îradeya jinan bişkîne, kirin roja berxwedanê. Çalakiyên ku me li dar xistine ji bo parastina mîrat û dîroka têkoşîna ku jinan heya vê gavê anîne ye. Îsal 8’ê Adarê bi keziyên jinan tê pîrozkirin. Ev yek nîşan dide ku jinan yekîtî û hevgirtina xwe bi keziyên xwe veguherandine şoreşeke nû. Îsal cuda bû, ji ber vê yekê me 8’ê Adarê hemû tax û navçeyan bi keziyan xemiland.”

‘Têkoşîna jinan dê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan berdewam bike’

Silava Simo diyar kir ku jin dê bi hevgirtin û têkoşîna xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin û wiha anî ziman: “Em di serdemeke pir hesas re derbas dibin û êrîşên hovane li ser maf û hebûna jinan hene. Ji ber vê yekê, hevgirtin û têkoşîn her dem dirûşma me ye. Qonaxa ku em tê de derbas dibin pir hesas e. Hebûna jinan di hemû waran de pir girîng e lê em dibînin HTŞ’a cîhadîst reng û hebûna jinan red dike. Ev nayê qebûlkirin ji ber ku jinan bi têkoşîneke dirêj destkeftiyên girîng bi dest xistine û ev destkeftî nayên înkarkirin. Têkoşîna wan dê ji bo parastina van destkeftiyan berdewam bike.” Silava got ku redkirina hebûna jinan redkirina têkoşîn û şoreşa ku bi salan domiya ye; bi têkoşîna xwe, jinan dengê xwe li seranserê cîhanê dane bihîstin û hevgirtin û yekîtiya xwe di bin dirûşma Jin Jiyan Azadî de dane avakirin û got: “Dem dema jinan e, dema parastina destkeftiyên jinan e.”