Jinên Wanê: Em xwe bi ewle hîs nakin, divê cezayên astengker bidin sûcdaran

Di vê serdema zêdebûna tundiya li dijî jinan de, jinên li Wanê diyar kirin ku ew xwe bi ewle hîs nakin û bang kirin ku dawî li polîtîkayên bêcezatiyê were anîn.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Her çend li dijî zêdebûna hejmara kuştinên jinan li Tirkiye û Kurdistanê ti tedbîr nayên girtin jî, bandora "polîtîkayên bêcezatiyê" di dozên tundiya li dijî jinan de tê nîqaşkirin.
Jin dixwazin ku daxwazên wan di hefteya 8’ê Adarê de werin bihîstin. Jinên ku bi rojan li kolanan li dijî tundiya mêr-dewletê û şerên ku her cûre şîdetê gur dikin têdikoşin, peyama ku têkoşîna jinan dê berdewam bike dişînin.

Jinên ku me li Wanê hevpeyvîn pê re kirin balê dikşînin ser sedemên tundiyê û dibêjin ku parastina sûcdaran kuştinên jinan zêde dike. Bêrîvan Tîbelîk bal kişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" wekî rêyek ji bo bidawîkirina tundiya civakî, nemaze tundiya li dijî jinan. Bêrîvan diyar kir ku piştî ku pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, dê guhertinên civakî çêbibin.

'Divê Mafê Hêviyê were bicîhanîn'

Bêrîvan Tîbelîk got, “Bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd, tundî û îstismara li dijî jinan dikare were rakirin. Ji ber ku îro, navê sereke yê ku dengê xwe ji bo wekhevî û azadiya jinan li cîhanê bilind dike Abdullah Ocalan e. Ger Mafê Hêviyê were bicîhanîn, gelek pirsgirêkên ku jinên li çar aliyê cîhanê pê re rû bi rû dimînin dê baştir bibin. Birêz Abdullah Ocalan berê li ser şerê li Rojhilata Navîn hişyarî dabû. Bi vî rengî, ew Rêber e ku dê vî şerî çareser bike.”

'Cezayên ku didin sûcdarên jinan têr nakin û ne astengker in'

Gulfer Akgun diyar kir ku her çend ew dixwazin wekî jin 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin jî, ew ji ber kuştinên jinan ên berdewam xemgîn in û banga bidawîkirina şîdetê kirin. Gulfer Akgun got, “Daxwaza min ji bo 8’ê Adarê, bidawîkirina kuştinên jinan e. Divê perwerda wekheviya zayendî di serî de ji mêran re were dayîn. Rûmetdayîna mêran û dûrxistina jinan, di civakê de şîdeta li ser jinan zêde dike. Gelek tiştên ku mêr dikin wekî 'feydeya mêrbûnê' têne pejirandin. Divê ev feraset biguhere. Cezayên ku didin kiryarên sûcên li dijî jinan, têr nakin û ne têra xwe astengker in.”

‘Em dixwazin ev tundî bi dawî bibe’

Cahide Karataş her wiha ragihand ku divê kuştina jinan û tundiyali ser jinan were astengkirin û wiha pê de çû: “Em niha ditirsin. Em dixwazin ev tundî bi dawî bibe. Zarokên me jî ber bi sûc ve diçin. Divê pêşî li vê were girtin. Ciwan dibin qurbanî, ku ev yek rê li ber wan vedike ku ber bi şîdetê ve biçin. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna kuştinên jinan û îstismara zarokan. Ez hem wekî jinek û hem jî wekî dêûbav ditirsim. Divê cezayên astengkirinê werin dayîn da ku sûcdar werin rawestandin.”

'Ez xwe bi ewle hîs nakim'

Lavîn Tamaylan, tekez kir ku ew wekî jineke ciwan xwe bi ewle hîs nake û wiha got: “Qirkirina jinan li Tirkiyeyê zêde dibe. Me berê li herêma xwe gelek nûçeyan li ser vê yekê nedidît, lê niha li vir pirtir dibe. Di demên dawî de, mamoste Fatmanur ji hêla xwendekara xwe ve hate kuştin. Rojîn Kabaîş li Wanê hate kuştin. Tevî ku dem derbas bûye jî, em nizanin çi bi serê Rojîn KabaÎş hatiye an jî sûcdar kî bûye. Em ji bo jinan edaletê dixwazin. Lê bûyer û sûc têne veşartin. Cezayên hatine dayîn ne astengker in.”