Abdullah Ocalan: Pêdiviyek pir cidî bi îdeolojiya rizgariya jinan heye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 1998’an de, Bîrdoziya Rizgariya Jinan ragihandibû gotibû; "Em Bîrdoziya Rizgariya Jinan tenê di çarçoveya zayendê de nanirxînin, ew bîrdoziyeke civakî û siyasî ye."
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Adara sala 1998’an de, Bîrdoziya Rizgariya Jinan ragihandibû. Bêguman ev bîrdozî xwe dispêre dîroka mirovahiyê. Hedef û armanca vê ew e ku bi feraset û hişmendiyeke nû jiyan û feraseteke nû biafirîne.
Yek ji lingên esasî yên paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadîxwaziya jinan e. Lewre Bîrdoziya Rizgariya Jinan hem ji bo jinan, hem jî ji bo mêran bîrdoziya rizgariyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dahûrandina wê demê de wiha dibêje:
“Beriya her tiştî divê em li ser Bîrdoziya Rizgariya Jinan biaxivin. Em hewl didin vê bîrdoziyê biafirînin. Ev pirsgirêk bi tenê bi yek an du bûyer, kiryar an şîroveyên asayî nayê çareserkirin. Bêyî pêşxistina tund a bîrdoziya rizgariya jinan, her tişt dê ji xapandina xwe wêdetir nebe. Ez bawer dikim ku pêdiviyeke pir cidî bi bîrdoziya rizgariya jinan heye. Ev ne tenê di wateya rizgariya zayendî de ye. Xalek e ku doktrîna sosyalîst û heta analîza zanistî ya civakê dê me ber bi wê ve bibe. Ev bîrdoziya rizgariyê ya navenda wê jin dê pir girîng be. Ev yek ji wan tiştan e ku ez bi xwe bêhtir li ser disekinim. Bêguman ev ne nêzikatiyeke femînîst e. Ji bilî vê, ez bi xwe jin nîn im. Lê belê, ez pir girîng dibînim ku şêwazeke fikirînê ya li ser jinan û di warê jinan de gav bi gav veguhere bîrdoziyek û rêxistinek li ser bingeha wê.
‘Avakirina bîrdoziyeke navendî ya jinan girîng dibîne’
Ji çareserkirina pirsgirêkên şer bigre heta pêkanîna aştiyeke li ser bingeha azadiyê, pêşketineke wisa ya îdeolojîk pêwist e. Hemû bîrdoziyên heta îro ji hêla mêran ve hatine pêkanîn û serdestiya mêran bûne. Bêguman, aliyekî çînî û her wiha aliyê kolonyalîst ê emperyalîst jî heye. Lê di heman demê de xwedî aliyekî pir balkêş ê serdestiya mêran e jî. Kes nikare vê yekê înkar bike.
Şoreşa me di heman demê de şoreşeke jinan e. Wekhevî û azadî bi riya çareserkirina pirsgirêka jinan pêk tên. Gelê ku jinên wî ne azad bin, şansa wî ya azadbûnê tune ye. Ez dubare dikim, jiyan bêyî jinan ne mimkun e. Bi hêvî bin, hewl bidin û bi baweriyê bikin."
Bîrdoziya jinan civakî û siyasî ye
Armanc û hedefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku bi Bîrdoziya Rizgariya Jinan, jin nasname û kesayetiya xwe ya windabûyî ji nû ve bi dest bixin û bi vê yekê re jî bigihîjin wekhevî, azadî, evîn, edalet, heqîqet û aştiyê. Di şexsê jinan de tevahî civakê digre dest û wiha dibêje:
“Em Bîrdoziya Rizgariya Jinan tenê di çarçoveya zayendê de nanirxînin; ew bîrdoziyeke civakî û siyasî ye. Ew tenê pirsgirêkên zayendek tenê çareser nake, pirsgirêkên tevahiya civakê dihewîne. Eger em rizgariya jinan dixwazin divê em bi tundî rexne li saziyên ku li ser bîrdoziyên serdest ên mêran ava bûne bikin û wan ji holê rakin. Ez ji jinan bawer dikim û ez van tiştan bi pêş dixim. Pêwist e hişmendiya azadîxwaz a jinan li dijî hişmendiya otorîter û serdest a mêran were xurtkirin û bizanibin çawa wan qezenc bikin, di serî de di warê bîrdozî de û serkeftina wê ya bêkêmasî misoger bike.”