Newroza Qamişlo: Azadiya Rêber Apo misogriya civaka demokratîk e
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna bi hezaran kesan Newroza 2025’an bi dirûşma “Azadiya fizikî ya Rêber Apo misogrîya civaka demokratîk e” pîroz kirin.

Qamişlo – Gelê Qamişlo bi dirûşma “Azadiya fizikî ya Rêber Apo misogrîya civaka demokratîk e” Newroza sala 2025’an pîroz kirin. Ji serê siharê gelê bajarê Qamişlo bi cil, berg û alên xwe herikîn qada Newrozê. Newroza Qamişlo li gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo hate pîroz kirin.
Qada Newrozê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Tevgera Azadî hatibû xemilandin. Newroz bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir.
Paşê agirê Newrozê ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan ve hate vedan.
Piştî wê li ser navê Rêveberîya Komîteya Amadekar Yaz Paşa axivî û got: “Em cejna Newrozê li Rêber Apo tevahîya Şehîdan û gêrîlayên serê, çîya û gel pîroz dikin û bi taybetî li tevahî netewên ku, li Rojavayê Kurdistanê jîyan dikin, li wan pîroz be. Ew Newroz bila bibe Azadîya fîzîkî a Rêber Apo û gelê Rojhilata Navîn. Cejna Azadîyê li Bendava Şehîdan û gelê Kurd pîroz be.”
Her wiha Rêweberîya Sazîya Malbatê Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cewahir Osman axivî û got: “Di serî de em cejna Newrozê li Rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê, YPJ, QSD û gel pîroz dikin û wê Newrozê dîyarî wan dikin.Roja îro em bi saya şehîdan, li wir in û Newroza xwe pîroz dikin ji bo wê em dibêjin em vê newrozê diyarî hemu, cangorîyên azadîyê dikin. Bi diruşmeya ku em ê azadîya fizîkî a Rêber Apo mîsoger bikin û em ê serkeftinê bi dest bêxin.”
Paşê hunermend Semîh Şiqêr stranên xwe pêşkêş kir, koma Serdem, Helbestvan Ferhad Merdê helbestên xwe pêşkêş kir, kovenda Ermen dîlana xwe pêşkêş kirin, Hunermend Mizgîn Tahir Sitranên xwe pêşkêş kir, Koma Hêva Efrîn Sitranên xwe pêşkêş kirin, govenda Şehîd Welat dîlana xwe pêşkêş kirin, Hunermend Mihemed Kakilo stranên xwe pêşkêş kir, Hunermend Mu’eyed Şiwêş, herî dawî koma Botan Sitranên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.