Li Amedê gel diherike qada Newroza dîrokî

Agirê ewil ê Newroza îsal di 12’ê Adarê de bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li navçeya Licê ya Amedê hat vêxistin. Piştî pîrozbahiyên li sedan bajar, navçe, bajarok, gund û taxan, niha jî li Amedê pîrozbahî tê lidarxistin.

Amed – Navnîşana pîrozbahiya ku çavê hemû kesî li ser e, îsal jî neguherî. Pîrozbahî, li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin. Amadekariyên pîrozbahiyê bi rojan berê dest pê kiribû. Sehneya betonê ya berê hate hilweşandin û li şûna wê platformeke mezin hate avakirin. Platform, bi dirûşmên Newrozê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate xemilandin. Di heman demê de ji bo bi sedan mêvanên ji der ve hatibûn vexwendin jî platforma protokolê hate avakirin. 

Wêneyeke mezin ê Kemal Kurkut ku di Newroza sala 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin jî li qadê hate daliqandin. Gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke “Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin”, “Dê azadîb i ser keve”, “Ên nizanin bi jinekê re biaxivin nikarin bibin sosyalîst”, “Rêgeza min a sereke jiyana efsûnî ye” û “Armanca gerdûnê azadî ye” wele pankart li qadê hatin daliqandin. 

Ji çar aliyan ve gel diherike qadê

Mîna her salê îsal jî ji bo pîrozbahiyan hêj gelek dem mabû ku welatî di saetên zû yên serê sibehê de hatin qadê. Bi hezaran kes ji bajar, navçe, bajarok, tax û gundên derdorê berê xwe dan qada Newrozê ya Amedê. Li noqteyên kontrolê yên li aliyê Bûlwara Qamişloyê, Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê gelek welatî ketine dorê. 

Li ser her rêya ber bi qadê ve dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" olan didin. Piraniya girseyê ji ciwan û jinan pêk tê. Beşeke mezin a welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Gelek malbatan jî zarokên xwe jî bi xwe re anîne. 

Li ser her rêya ber bi qada Newrozê ve diçe coşeke mezin heye. Hema hema li ser hemû cade û kolanan li ber dahol û zirneyê govend tê gerandin. 

Gire bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Apo ne”, “Jin jiyan azadî” ket qadê.

Alana girmeye başlayan kitle sık sık, “Biji Serok Apo”, “Gençlik Apo’nun fedaisidir”, “Jin jiyan azadî” sloganları atarken, çalınan şarkılar eşliğinde halaya durdu.

Di pîrozbahiya Newrozê ya îsal a Amedê ji gelek welatan gelek kes hatin vexwendin. Ji Fransayê heta Katalonya, Spanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tunus û Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan siyasetmedar, sendîkavan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnameger ji bo pîrozbahiyê hatin vexwendin. 

Di heman demê de ji bo şopandina pîrozbahiyan,  hejmareke rekor a rojnamegeran serlêdana akredîtasyonê kirin. Ji welêt û derveyî welat 629 rojnamegeran ji bo şopandina Newrozê akredîte bûn. 

Têketina qadê didome û li bendê ye ku di demekî nêz de pîrozbahî dest pê bike. 

Bername

Pîrozbahî dê bi rêzgirtinê dest pê bike. Piştre jî dê gel were silavkirin. Piştre jî li gorî dorê dê ji Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin. 

Di heman demê de dê Kemençe, Arhat, Grup Avna, Ayfer Duzdaş û Rewşan Çelîker derkevin ser dikê. 

Mijara sereke ya Newroza îsal a Amedê jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin.