Jinan li Girtîgeha Evînê Newroz pîroz kirin

Malpera Binçavkirinan a Îranê ragihand ku jinên li girtîgeha Evînê bi stranên şoreşgerî cejna Newroz pîroz kirin û gotin: “Bi qîrkirina dirûşman dilsoziya xwe ya ji bo azadîxwazan radigihînîn.”

Navenda Nûçeyan – Malpera Binçavkirinan a Îranê têkildarî peyama jinên şoreşger ên li Girtîgeha Evîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Jinên li Girtîgeha Evîn bi gotina stranên şoreşgerî û qîrkirina dirûşman dilsoziya xwe ya bi Cejna Newrozê û sala nala nû pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku jinan ‘Bi qîrkirina çend dirûşman dilsoziya xwe ya bi azadîxwazan û mafên rewa re nîşan didîn.”