Li Hesekê coşa Newrozê
Li 11 navendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroza 2025’an bi dirûşma “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” bi coşek mezin tê pîrozkirin.

Hesekê - Li 11 navendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Newroza 2025’an bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” hemû pêhateyên Hesekê, Kampa Serêknaiyê, Waşokanî, Hol û Şedadê berê xwe dan qada pîrozbahiya Newrozê û agirê Newroza 2025’an li bendava Rojava ya bajarê Hesekê, vêxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve hat pêxistin û bernameya çalakiyê dest pê kir.
‘Banga dîrokî Newroza me nû kir’
Di berdewama bernameyê de peyam ji aliyê endama desteya rêveber a PYD’ê Foza Yûsif ve hat xwendin û tekez kir ku wê Newroza 2025’an gelek armancên gelê azadîxwaz pêk bîne û wiha got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo tevahî jinan, ruhê Newrozê nû kir û em jin xwedî li vê banga dîrokî derdikevin. Gelê Rojava li hemberî sîstema rejîma Baasê 54 salan li ber xwe da û bi îradeya gelan ew sîstem hat hilweşandin. Lê niha rêveberiya demkî ya Şamê siyaseta paşverûtiyê dide meşandin û careke din dixwazin îradeya gelan têk bibin. Peyama me ev e: Destûra ku îradeya me qebûl nake em tu carî qebûl nakin û me temsîl nake. Banga me ji rêveberiya demkî ya Şamê re ew e ku dûrî siyaseta perçekirin û paşverûtiyê be.”
‘Di sala 2025’an de wê armancên me pêk werin’
Foza Yusif wiha axaftina xwe domand: “Di sala 2025’an de gelek armancên me hene yek jê tekez em ê îsal bikin sala azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her wiha mafê me heye ku em li Şamê di rêveberiya Sûriyeyê de cih bigrin û rêveberiya Sûriyeya demokratîk bikin. A sêyemîn jî em ê hemû koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerînin ser axa wan. Em soz didin ji bo pêkanîna van armancan em ê kar û xebatan bidin meşandin.”
Piştî axaftinan hemû pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên folklorî li dora agirê Newrozê govend gerandin û şahiyê bi stran û xwendina helbestan berdewam kir.
Bernameya folklorî ji aliyê Koma Cûdî, Koma Tolhildan, hunermend Etela Mihemed, Koma Şehîd Hogir a Dengbêjiyê, Koma Şehîd Omar a Govendê, Koma Zelal, Koma Gerestêrk, hunermend Nebîha Efrîn, Koma Til Birak a Govendê û hunermend Alan Oskan ve hat pêşkêşkirin.