Newroza Amedê ya dîrokî bi dawî bû

Newroza Amedê ya dîrokî bi coşeke mezin bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Newroza Amedê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat lidarxistin, Grup Avna derket ser dikê.

Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Evdilxaliq derket ser dikê û Cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. 

‘Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Ocalan’

Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr derket ser dikê û pîrozbahiya Newrozê li gel kir û bal kişand ser pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. Heval Ebûbekîr destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza serkeftin û yekitiyê û got: “Em dibêjin bila ev Newroz bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.” 

‘Bila bibe Newroza azadiyê’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku ew Newroza Rojava, Başûr û Rojhilat pîroz dikin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku Newroz bi berxwedan û agirê bedena Mazlum Dogan hatiye gihîştiye roja îro. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ew hêvî dikin ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun, stranbêj Rewşan Çelîker derket ser dikê û stranên ji hev xweştir got. Girseyê li ber stranan govend gerand.

Ciwanên li qada Newrozê postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê gerandin. 

Di pîrozbahiya bi coş de ku zêdeyî milyonek kes hatin cem hev, girseya gel dirûşmeya “Bijî Serok Apo” tevahiya rojê berz kir.

Şahî bi stranên hunermend Rewşan Çelîker û govendê bi dawî bû.