Li Urmiyeyê 2 jinên ciwan hatin binçavkirin
Zext û binçavkirinên rejîma Îranê taybet beramberî jinên Kurd. Heman çarçoveyê de du jinên ku xwişkên hev, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 19’ê Adarê de du jinên ciwan ên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatin birin.
Hate diyarkirin ku her du jinên hatîn binçavkirin bi navê Evîn Ehmedî û Sarya Ehmedî xwişkên hevin û ji gundê Carçil yê ser bi bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ne.
Rêxistinê destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê bêyî fermana dadwer bi ser mala her du xwişkan de girtine û bibikaranîna tundiyê her du xwişk binçavkirine.
Hêjayî gotinêye ku li her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê berdewamin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê jî Newroz tevî astengî û zextên rejîma Îranê bi coş û girseyî tê pîrozkirin.