Mexmûrî: Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 146’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 146’emîn, di roja 748’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 145’emîn Sarya Marînos axivî.
‘Tu kes nikare me ji vê dozê bizivirîne’
Sarya Marînos bal kişand ser biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Ev du salin em di nava berxwedanekê de ne, lê berxwedana me têrê nake. Ger ku em gihane astekê encama fikrên Rêbertî, berxwedana wî ya li Îmralî, gerîla û şehîdan e. Di pêvajoyek wisa de jî ger ku dijmin ewqas li ser me de tê, ji ber ku ji fikrên Rêbertî û berxwedana vî gelî ditirsin. Her car hincetek dibînin û dixwazin derdora me teng bikin. Tu kes nikare me ji vê dozê bizivirîne û her ku diçe têkoşîna me mezintir dibe.”
‘Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîn bikin’
Sarya Marînos bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bila tu kes nekeve nav xeyalan ku wê gelê Kurd teslîm bibe. Me ti car serê xwe li ber ti hêzan ne tewandiye û em na tewînin jî. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî, gelê Kurd û gelên bindest têkoşîn bikin û li ser doza Rêbertî û şehîdan bimeşin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 146’emîn dawî bû.