Mamosteya Kurd Suheyla Xalidiyan hat binçavkirin

Suheyla Xalidiyan a li bajarê Sine dijî mamoste û aktivîsta civaka sivîl e; ji aliyê hêzên Îranê ve di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û wê birin cihekî nediyar.

Navenda Nûçeyan – Di roja 2’yê Tebaxê de Suheyla Xalidiyan a ku di dema serhildana “Jin, Jiyan Azadî” de hatibû binçavkirin û berdan, careke din ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Li gorî raporên hatine weşandin mamosteya dibistana navîn a 58 salî Suheyla Xalidiyan, di serdagirtina mala xwe ya li bajarê Sine de hat binçavkirin.

Heta niha jî hinceta binçavkirina wê nayê zanîn û nediyar e wê birine ku dere.

Suheyla Xalidiyan, berê jî di roja12’ê Mijdara 2022’yan de di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî çendek serbest hatibû berdan.