Li Suweydayê aqûbeta 560 kesan nayê zanîn
Piştî pevçûnên dijwar û bixwîn ên li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê, jin û zarok jî din av de aqûbeta 560 kesan nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê ku di 13’ê Tîrmehê de pevçûn dijwar û bixwîn dest pê kir, hê jî bandora pevçûnan didome. Li bajêr di navbera komên çete yên girêdayî HTŞ’ê û komên Durzî yên herêmê de pevçûnên dijwar qewîmin û ev yek jî bû sedema zêdebûna alozî û bêîstîqrariya herêmê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku piştî pevçûnên tund ên li Suweydayê, 52 jê jin û 26 jê zarok herî kêm 560 kes winda bûne û ev yek di nava gelên herêmê de encamên mirovî yên tirsnak û pêlek fikaran ava kir.
Di dema van pevçûnê de, bajêr bû şahide rêze binpêkirinên cidî yên wek girtinên keyfî, windakirinên bi darê zorê, binpêkirinên mafên sivîl û înfazên bê dadgeh. Aqûbeta kesên windabûne hêj nayê zanîn û ev rewş di nav malbatên wan ên daxwaza agahdarî girtina têkildarî xizmên xwe dikin û ewlehiya wan mîsoger dikin de, fikarek mezin avadike.
Rûxmê di 19’ê Tîrmehê de îlankirina lihevkirinek qadê ya bi armanca kontrolkirina qeyranê jî, ev lihevkirin heta niha nekarî tirs û fikarên heyî derbas bike. Aqûbeta kesên windabûne hê jî nayê zanîn û malbatên mexdûran, ji bo eşkerekirina aqûbeta xizmên û mîsogerkirina ewlehiya wan, serlêdanê sazî û rêxistinên peywendîdar dikin.