11’emîn salvegera Fermana 74’an: Me ji bîr nekiriye, em ê efû nekin

Gelek sazî û rêxistinan bi boneya salvegera Fermana 74'an daxuyanî dan û gotin: “Bila Şengal neyê jibîrkirin; qîrîna jinên Êzidî di bîra me de deng vedide. Me ji bîr nekiriye, em ê efû nekin."

2014'an de li dijî civaka Êzidî hatî pêkhatin de, Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî dan. Di daxuyaniyan hate diyarkirin ku divê qirkirina Êzîdiyan were nasîn.

Meclîsa Jinan a DAD’ê: Em ê efû nekin

Meclîsa Jinan a DAD’ê  ev hovîtiya ku hatiye serê civaka Êzidî  wekî "yek ji sûcên herî xirab ên li dijî mirovahiyê yên sedsala 21'ê" bi nav kir û wiha hate gotin: “Îro, di salvegera 11'emîn a vê dîroka tarî de, em bi rêzdarî kesên ku me winda kirine bi bîr tînin û berxwedana wan silav dikin. Em qirkirina Elewiyên Ereb û Druziyan li Sûriyeyê şermezar dikin. Her hewldana qirkirinê ya bê rûbirûbûn bingeha komkujiyek din e. Em piştgiriyê didin berxwedana jiyana hevbeş a demokratîk, azad û wekhev a jin, zarok û gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Xiristiyan ên Rojava, ku her roj bi gefan re rû bi rû ne.

Qirkirina Êzidiyan bi rêya têkelkirina polîtîkayên Rojhilata Navîn ên modernîteya kapîtalîst, bêdengiya dewletên navneteweyî û rûyê dijî-jin ê pergala şerê bi serdestiya mêran ve hatiye kirin. Sûcdarên komkujiyê bi rastî nehatin darizandin. Travma nehatin dermankirin. Cîgirên DAIŞ'ê bi hedefgirtina Elewî û Durzên Ereb rêya xwe domandin.”

Berxwedana jinan rêya me ronî dike

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mekanîzmayên xwerêveberiyê yên ku ji hêla civaka Êzidî ve hatine damezrandin ji hêla hêzên navneteweyî ve nayên nas kirin û wiha hat gotin: “Wekî hilgirên baweriya Elewî û îradeya jinan, em dizanin ku her komkujî berpirsiyariyek e ku were bîranîn. Têkoşîna rêxistinbûn, xweparastin û berxwedanê ya ku ji hêla jinên Êzidî ve hatî destpêkirin rêya me ronî dike. Erka me ya bawerî û wijdanê ye ku em li kêleka meclîs, akademî û avahiyên civakî yên ku wan ava kirine bisekinin û hevgirtinê pêş bixin.

Me ji bîr nekiriye

Bila Şengal neyê jibîrkirin! Em ê qîrîna jinên Êzidî ji bîr nekin. Qîrîna jinên Ereb û Durzî di bîra me ya kolektîf de berdewam dike. Bila komkujiyên ku Elewî û Durzî yên Ereb hedef digirin rawestin. Bila mafê xwerêveberiyê ji hemû gelan re were dayîn. Bila azadiya jinan bingeha aştiya civakî be. Me ji bîr nekiriye, em ê efû nekin. Dem bê xwediyê xwe namîne, cîh bê razîbûn namîne û bindest jî bêçare nînin.”

 DEM Partî: Jin û zarokên Êzidî hîn jî winda ne

Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû, di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gelê Êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ‘Weke xalek reş di dîroka mirovahiyê de cih girtiye’.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di êrişa 3’yê Tebaxê de zêdetirî 5 hezar Êzidî hatine qirkirin, bi hezaran hatine revandin, jin û zarok hatine kolekirin û rastî êşkenceya sîstematîk hatine û wiha hate gotin: “Tevî 11 sal derbasbûne jî, zêdetirî hezar jin û zarokên Êzidî hîn jî winda ne. Tevî ku ev êrişên li dijî gelê Êzidî ji aliyê hin sazî û dewletên navneteweyî ve weke qirkirin hatibe qebûlkirin jî, hê jî îradeyek berfireh û pêbawer ji bo naskirinê di nava raya giştî ya navneteweyî de derneketiye holê. Şengal hîn jî di bin xeteriyê de ye û qirkirina li ser gelê Êzidî şermezar dikin û li kêleka têkoşîna wanin.”

Di daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî û dewleta Tirkiyeyê hat kirin ku qirkirinê nas bikin, ji bo dîtina windayan tedbîran bigirin û berpirsiyariya azadiya gelê Êzidî bigirin ser xwe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên ku jin û zarokan dikin kole, beşek ji şerma dîrokê ne û hat destnîşankirin ku erkê her kesî ye ku dengê edaletê bilind bikin û tevlî berxwedana Êzidiyan bibin.

DBP: Mîrateya îdeolojîk a DAIŞ'ê tê vejandin

Daxuyaniya Meclîsa Jinan a DBP wiha ye: "Tevî 11 salan, çarenûsa bi hezaran jin û zarokan hîn jî ne diyar e; pêvajoya azadkirina jinên ku neçar mane di bin kontrola DAIŞê de di dîlgirtinê de bijîn bi îhmalkirineke cidî re rû bi rû ye. Hewldanên navneteweyî ji bo dîtin û rizgarkirina van jinan û ji bo dermankirina trawmaya giran a ku wan kişandiye têrê nakin.  Jinên Êzidî têdikoşin ku dengê xwe bidin bihîstin û daxwazên wan ên edaletê têne paşguh kirin. Îro, mîrateya îdeolojîk a DAIŞ'ê di nav hin pergalên herêmê de bi awayên cûrbecûr tê vejandin; jin û mirov rastî şêweyên tundûtûjiyê tên. Ev zîhniyet, ku di pergalên wekî ya HTS de cih digirin, serdestiya mêran û polîtîkayên kolonyalîst didomînin. Komkujiyên li dijî  Elewî û Durziyan hatine kirin jî berdewamiya qirkirina Êzidiyan e. Şerê li dijî vê zîhniyetê di heman demê de têkoşîna rizgariya jinan e. Bêyî azadkirina jinên Êzidî, tu gel bi rastî azad nabe."