Ji Hesekê piştgiriya bi jinên Suweydayê re
Bi armanca piştgiriya bi jinên Suweydayê re, platforma çalakiyan a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Hesekê – Platforma çalakiyên hevbeş ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgirtiya jinên Suweyda di 30'ê Tirmehê de kampanya dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna sazî, dezgehên jinan û partiyên siyasî daxuyanî da û piştevaniya xwe bi jinên Suweydayê re da diyarkirin.
Daxuyanî li ber Navenda Perwerde û Fêrkirinê ya Taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, ji aliyê hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em piştgirî didin jinên Suweydayê û kiryarên ku li dijî wan tên kirin, bûyerên kuştin, destdirêjî û revandinê bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar sûceke li dijî mirovahiyê û nasnameya jinan e ku dixwazin bi van kiryaran rê li ber îrade û jiyana azad a jinan bigrin. Jinên li Suweydayê li ber çavên hemû cîhanê di rewşeke bi xeter de ne, hemû rêbazên tundiyê li ser wan tên pêktînin, din ava birçûbûn, krîza tenduistî û tirsê de dijîn. Em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku bi rengekî lezgîn karîdoreke mirovî vekin û alîkarî bidin jin, zarok, ciwan, kal û pîran. Di heman demê de ji bo jinên ku hatine revandin pêwist e lêpirsîn were vekirin û kesên van tiştan kirine werin cezakirin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.