Li navendên binçavkirinê yên veşartî îşkence û tecawiza li dijî jinan
Hat ragihandin ku, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi dehan jin li girtîgehên veşartî digrin û bûyerên zewaca bi zorê û êrîşên zayendî hatine jiyîn. Hate diyarkirin ku tenê di meha Tîrmehê de hezar û 385 bûyerên tecawizê hatine belgekirin.

Sûdan – Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Bakurê Darfurê, ragihand ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve li bajarê El Faşir ya paytexta eyaleta Bakurê Darfurê, li dijî jinan binpêkirinên sîstematîk tên jiyîn.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) bi dehan jin û zarokan li du tesîsên ku wek navendên veşartî tê bikaranîn digirin. Ev navend, navenda malzemeyên Tibbî û kampa Cedît es-Sile ku li başûr û Rojhilatê El- Faşir e. Ev her du navend ji Nîsana 2024’an ve ku bajar hatiye dorpêçkirin, di kontrola RSF’ê de ye.
Binpêkirinên li dijî jinan
Navenda Çavdêriyê, di encama agahiyên ku ji sahê bidest xistine û gotinên şahidên xwecihî de diyar kir ku hinek jinên girtî, li navendên ku di bin çavan de tên girtin bi zorê tên zewicandin. Hat ragihandin ku hin jin di encama êrişên zayendî ya endamên RFS’ê de dûcanîbûnên ku naxwazin jiyane. Di daxuniyê de hate destnîşankirin ku ji ber tundiya zayendî, cihê jinê yê di nava civakê de, bi armanca tepesandinê bi awayek zanabûn ev êrîş tê pêkanîn.
‘Aqûbeta jinan ronî bikin’
Navendê îfade kir ku ji ber dorpêça tund ya ewlehiyê û bêdengiyên malbatan hejmara jinên girtî nayê zanînin. Navendê di serî de bang li Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Bakurê Darfurê, Netewên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navnetewî û Civaka Navnetewî kir ku demildest mûdaxele bikin, aqûbeta jinên girtî ronî bikin, ewlehiya derûnî û fîzîkî misoger bikin û van sûcan di asta sûcên şer de binîrxinin û lêpirsînek serbixwe û şefaf a navnetewî bidin destpêkirin.
Tenê di mehekê de hezar 385 bûyerên tecawîzê hate belgekirin
Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin û Zarokan ragihand ku di meha Tîrmehê de, li herêmên dibin kontrola RFS’ê de, hezar û 385 bûyerên tecawîzê hatine belgekirin. Li Kampa koçberan ya Zemzem ku li Darfur cih digre, hejmarek zêde jin rastî êrîşên zayendî hatine.
RSF, bi armanca bi destxistina El Faşir li herêma Darfur navenda dawî ya bajare ku di bin kontrola artêşa Sûdanê de ye, dorpêça giran ya pêktîne, krîza mirovî kûr dibe û dibe sedema koça bi hezaran sivîlan.