‘Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî em ê bi hemû hêza xwe bixebitin’
Kongra Star bi boneya salvegera Fermana 74’an daxuyanî da û got: “Di dema fermanê de bi hezaran jinên Êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 11’yemîn salvegera Fermana 74’an a ji aliyê DAIŞ’ê ve di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî yên Şengalê hatî pêkanîn de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:
“Wek rêxistina Kongra Star em di salvegera 11’an a Fermana li dijî gelê me yê Êzidî pêkhatî de, destpêkê tevahî kesên bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine şehîdxistin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di dema fermanê de ji bo ku gelê me yê Êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin gerîlayên HPG û YJA STAR’ê û ji bo ku korîdora mirovahiyê vekin şervanên YPG -YPJ’ê berê xwe dabûn Şengalê. Ev şervanên ku li hember dagirkeriya DAIŞ’ê şer kirin û şehîd bûne jî em bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ji gelê me yê Êzidî re ku ev 11 sal e li hember her cûre êrîşan berxwedanê dike û di bin van êrîşan de pergala rêveberiya xwe ya xweser ku bi fikrê Rêber Apo ava kiriye bi hezkirin silav dikin.
‘Jin pêşengtiya pêşerojeke azad a Şengalê dikin’
Di nava van 11 salan de pêşketinên di gelê me Êzidî de çêbûne, baweriya ku avabûyî hêza rêxistinbûyînê nîşanî me dide. Taybet jî rêxistinkirina jinan a di nava civakê, siyasetê, dîplomasiyê, leşkeriyê de mînakeke hêzgirtinê ye. Jinên Êzidî di bin banê TAJÊ de xwe rêxistin kirin, li hemberî êrîşên dagirkeriyê, olperestî, zayendperestiyê bi hêza hevgirtî di bin bersiv. Jin pêşengtiya pêşerojeke azad a Şengalê dikin.
Gelê me yê Êzidî xwe di her warî de rêxistin kir û îro bi vê rêxistinkirina xwe Êzdayetiyê diparêze. Hovîtiya DAIŞ’ê û hêzên li pişt van çeteyan jî îro bi binketinekê re rû bi rû mane. Dîrok dîsa nîşan dide ku li hemberî hêza gel a rêxistinkirî tu hêz nikare bisekine. Êdî gelê Êzidî xwedî bîr û baweriyeke mezin e û xwedî li mîrasa berxwedana Êzdayetiyê derdikeve.
Di dema fermanê de bi hezaran jinên Êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Em weke rêxistina Kongra Star careke din tînin ziman ku ew keçên winda ku ketine destê DAIŞ’ê, ji bo ku em rizgar bikin bi hemû hêza xwe em ê bixebitin.
Em careke din gelê Êzidî taybet jî jinên Êzidî silav dikin, Fermana 74’an a li dijî civaka Êzidî bi tundî şermezar dikin.”