Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Fîlozofa Elman Lisa Herzog, bi peyamekî piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ez ji bo her kesê ku tevlî pêvajoyê bûye serketinê dixwazim, hêvî dikim bigihijin aştiyeke adil, demokratîk û mayînde.”

Navenda Nûçeyan – Fîlozofa Elman Lisa Herzog ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” peyama piştgiriyê weşand.
Profesora Zanîngeha Gronîngenê ku bi xebatên xwe yên felsefeya siyasî û teoriya aboriyê tê naskirin Lîsa Herzog, bi peyamekê ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şandî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê vegot. Peyama Lîsa Herzog wiha ye:
“Di demeke ku jiyana mirov her diçe kêm qîmet dibîne de, her têkoşîna ji bo aştiyê dilê me rehet dike. Ez ji bo her kesê ku tevlî pêvajoyê bûye serketinê dixwazim, hêvî dikim bigihijin aştiyeke adil, demokratîk û mayînde.”
Lisa Herzog kî ye?
Lisa Herzog 17’ê Kanûna 1983’yan hate dinê. Li Zanîngeha Oxford derbarê Adam Smith û Hegel tezek nivîsand û doktoraya xwe temam kir. Herzog a ku hêjayî xelatên Ernst Bloch û Hans Bockler hatiye dîtin, demekê bi yek ji fikirvanên Dibistana Frankfurt Axel Honneth re jî xebitî.